05 november 2019

Sîstema dinyayê sîstema mafyayê ye



Bi baweriya li dinyayê yek dewleteke pak, adil û heqnas tuneye, hemû dewletên hene, bi taybetî jî dewletên mezin, yên dinyayê îdare dikin û dixwin, giş şebeke û wek organîzasyonên mafyayê ne.

Di nabêna van dewletan û şebekeyên mafyayê da tu ferq tuneye, sîstem eynî ye; ji bo pera her bêûjdaniyê, her zalimiyê, her kalpazaniyê, her xerabiyê û her qetlê dikin.


Eynî wek mafyayê dixebitin, sîstema îro li dinyayê heye, sîstema mafyayê ye, gotina yê xurt pere dike, yê zeîf dipelixe. Loqê mezin tim para şêr e.

Qanûnên wan, peymanên îmze kirine, beyanên li ser demokrasiyê û mafên mirovan didin hemû derew e, demagojî ye, sextekariya siyasî ye.

Ji bona sîlehên xwe bifroşin, ji bo welatên ji xwe zeîftir û ji xwe nezantir wek mirîşkan pipûrtikîn, xwîna wan bimijin her zindîqiyê û bêûjdaniyê, bêbextiyê dikin û didin kirin.

Ji sîlehên xwe bifroşin, ji bo ku hinekî din zengîn bibin, herban derdixin, bi hezaran însanan didin kuştin, bi milyonan însan koçber dikin.

Van namerdiyan hemûyan ji bo pera dikin.

Bi tu dewletê ra, bi tu dezgeh û rêxistina navnetewî ra ûjdan, însaniyet, exlaq tuneye, hemû zalim û çete ne, kalpazan in, bi kultura mafyayê hereket dikin.

Îspata vê yekê şêla Neteweyên Yekgirtî, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê ya li hemberî êrîşa Tirkiyê ya ser rojavayê Kurdistanê ye. 

Şêla dewletan ya li hemberî mesela kurd û dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê bûye kevirê mîhengê, kîjan dewlet çi ye, ne çi ye, mafya ye, ne mafya ye derdixe ortê.

Dewleta hebek ûjdan, merhamet pê ra hebe, adil be, hemû nirxên xwe yên mirovahiyê bi pera nefirotibe gerek li hemberî Tirkiyê alîkariya me kurdan bike, gerek nebe hevalê Erdogan, gerek bibêje Tirkiye li pişt Daîşê ye. 

Dewleta, dezgeh û saziya li Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê derkeve û piştgiriya kurdan neke, dewleke çete ye, mafya ye, hevalê zulmê û zalima ye, çavên xwe ji sûcên Daîşê û Erdogan ra digre û pişgiriyê dide jenosîda kurdan.

Heger li dinyayê zereya edaletê, heq û huqûq hebûya, heger sîstema dinyayê ne sîstema mafyayê bûya Tirkiyê nikanîbû li Sûriyê ev zulm û ev neheqî li kurdan bikira. 

Heger li dinyayê zereya edaletê hebûya, Neteweyên Yekgierî û Mahkima Mafê Mirovan ne hevalên qatil û zaliman bûna, Erdogan nuha ne li derve, ewê di bin kilîtê da bûya.

Lê ji ber ku sîstema dinyayê bûye sîstema mafya, lema jî kî kanibe bi kê, çavê wî derdixe û jê ra dimîne.

Kî xurt be û kanibe welatê kê dagir bike, dagir dike, talan dike û jê ra dimîne.

Kî xurt be û kanibe kê bikuje, dikuje û jê ra dimîne.

Tirk li kurdan wiha dikin. Welatê kurdan dagir dikin, malên wan talan dikin, bi hezaran dikujin û bi sedhezaran jî bi çolan dixin. 

Û ji wan ra dimîne. Çimkî tirk xurt in, dewlet û perê wan heye, her kesî bertîl dikin. Lema kes tiştekî bi Erdogan û bi Tirkiyê nake.

Ji ber ku dinya di destê dewletên mafya da ye û Tirkiye jî yek ji van dewletên mafya ye hemû Tirkiyê îdare dikin. 

Lema jî Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO û dezgeh û saziyên navnetewî çavên xwe ji sûcên Erdogan ra û ji terora Tirkiye li hemberî kurdan dimeşîne digrin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE