04 november 2019

NY ji me kurdan ra kerr û kor e



Dema leşkerên îsraîlî serê zarokekî filistînî dişkînin Neteweyên Yekgirtî tavilê bi beyanekê Îsraîl mahkûm dike.

Tirkiye ev meheke gund û bajarên rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran diike.

Heta nuha herî kêm hezar însan kuştine.

400 hezar însan koçber bûne.


Du bajar, Serêkaniyê û Girê Spî ji alî Tirkiyê ve hatine dagirkirin. Çeteyên Tirkiyê malên xelkê talan dikin û vîdeoyên talanê belav dikin.

Tiltemir her roj ji alî Tirkiyê ve tê topbarankirin.

Yanî ev meheke Tirkiye û çeteyên wê yên îslamî li rojavayê Kurdistanê agir bi ser kurdan da dibarînin, bi hezaran însan hatine kuştin û perîşan bûne. Lê Neteweyên Yekgirtî hîn heyetek neşandiya rojavayê Kurdistanê, hîn raporek li ser rewşa sivîlan belav nekiriye. Ev ne bes sekreterê NY Guterres diçe Tirkiyê û eniya Erdogan maçî dike û ji ber tiştên kiriye wî pîroz dike.

Tirkiye xerîban di malên kurdan da bi cî dike û demografiya herêmê diguhere.

Li Efrînê her roj xeberên revandin, şêlandin, talan û kuştina kurdan tên.

Lê li gel vê jî Neteweyên Yekgirtî heta nuha li dijî Tirkiyê beyanek dernexistiye û ev zulma Tirkiye li kurdan dike protesto nekiriye.

Bira protesto li wir bimîne, di ser da sekreterê NY çû Tirkiyê, hewildanên Erdogan yên ji bo koçberên Sûriyê pîroz kir û pêşniyara Erdogan ya dagirkeriyê pozîtîf dît, got emê li ser rawestin.

Ev jî nîşan dide NY ferqê dixe nabêna ereb û kurdan, gava zulm li kurdan bibe ji bo NY ne muhîm e, gava Tirkiye be destegê dide jeneosîda kurdan û dagirkirina rojavayê Kurdistanê.

Ev şêla NY rûşreşiyeke mezin e,

Gotinên Guterres yên li ser êrîş û dagirkeriya Tirkiyê di tarîxa NY da ewê wek lekeyek reş bimîne.
Dibê hemû kurd Neteweyên Yekgirtî û sekreterê wê Guterres protesto bikin, bêdengiya NY şermeke mezin e, nayê qebûlkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE