27 november 2019

Min dilê xwe kiriye deftera derd û xeman


Min dilê xwe kiriye deftera kul û derdan û xeman, her roj çend galgalên bîrîkirinê, hesretê û hêviyên azadiyê lê dinivîsim û xera dikim.

Ne ev defter tu carî tije dibe, ne jî murekeba qelema min diqede.

Ne ew dibêje bes, ne ez dibêjim ev gotina min a dawî ye.


Hela ka ez binêrim ev îş heta ku dihere…

XXX
Tiştê îro li ser me ferz e û dibê em bikin xebat û fedekariya ji bo azadiyê ye.
Gerek meriv neke heyra netîceya xebata xwe.

Ya muhîm meriv tembeliyê neke û dersa xwe baş çê bike.

Bira em karê xwe baş bikin, netîce çawa dibe ne sûcê me ye.

XXX
Heta tirk rastî yekî gunreş neyên, heta hinek pozê wan nefirikîne, îfada îslamî-faşîstên îro li ser hukim in negre, tirk ewê tu carî rehetiyê nedin cîranên xwe û Ewrûpayê, ewê tim xûgiyê ji YE bixwazin û vira û wira dagir bikin.

Tirk bêyê zorê ji tiştekî din fêm nakin, dibê meriv di nava çavê wan da lêxe, tiliya xwe li çavê wan xe.

Hov, barbar, çete, rêbir, talanker ji însaniyetê fêm nakin, dibê tu lêxî.
Tirk ji vê fêm dikin.
Ço ji Cinetê derketiye.
Çare ev e.

XXX
Amerîkayê ji Tirkiyê ra digot dibê hûn fuzeyên S-400î aktîf nekin.
Tirkan guh neda israra Amerîkayê û S-400 do ceribandin.

Hinekan digot heger tirk S-400î aktîf bikin, Amerîka ewê qiyametê rake.

Bira rakirina qiyametê li wir bemîne, heta nuha ji Amerîkayê deng derneketiye.

XXX
-Gava tu bixwazî fêm bikî yek dijî ya najî, ne li nebzê wî/wê, li rûmeta wî/wê binêre, heger rûmet di cî da ye dijî.
///Robîn Sharma

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE