28 november 2019

Meriv vê zorbatiya tirkan qebûl nake !



Ji bo ku serokwezîrê Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî li Anqerê di civîna çapemeniyê da ne bi kurdî, bi îngilîzî peyivîye pir eyb kiriye. Diyar e tirkan qebûl nekirin bi kurdî bipeyive. Ev pîşikê wan e û berê jî kirine.

Serokwezîrê welatekî di serdana xwe ya welatekî din da bi zimanê xwe dipeyive.

Bi texmîna min tirkan qebûl nekirin Mesrûr Barzanî di civîna çapemeniyê da bi kurdî bipeyive; jê xwestin ew bi erebî bipeyive. Wî jî axaftina bi erebî qebûl nekir, lema jî bi îngilîzî peyivî. 



Tirkan gotin heger tu bi kurdî bipeyive em civînê çê nakin. Li ser vê, ew jî ne bi erebî, bi îngilîzî peyivî. Bi baweriya min civîna çapemeniyê red bikira gelkî baştir bû.

Li dunyayê tu dewlet zimanê mîvanê xwe lê yasax nake, ne mimkûn e teklîfeke wiha li mîvanê xwe bike. Û gava bikin jî xelkê devê wan biçirîne. 

Tirk bêyî kurdan ji serokwezîr û siyasetmesdarê tu miltekî din ra nikanin bibêjin tu yê bi zimanê xwe nepeyive.  

Û serokwezîr û siyasetmedarê tu miletekî din jî heqareteke hewqasî mezin qebûl nake.
Merivekî azad û serbixwe emirwaqîyekî wiha dinya jî xera bibe qebûl nake. Meriv civînê jî û hevdîtinê jî red dike.

Mazûbanê nehêle ez bi zimanê xwe bipeyivim, tiştekî êdî ez pê ra bipeyivm nemaye, dibê meriv pê ra rûnene.

Tirkiyê rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, bi sedhezaran kurd bi çolan xistine, dinya alem dixwaze Tirkiye paş da vekişe, serokwezîrê me li ser vê dagirkeriya Tirkiyê yek gotinê eşkre nabêje, rexne nake û nabêje paş da vekişe. Ji dêlî wê, ewlekariya Tirkyê pê ra minaqaşe kiriye. Teslîmîyeteke ji viya mezintir nabe. Dibê meriv hewqasî jî ji ber tirkan danexwe û teslîmî wan nebe.

Li Anqerê bi kurdî neaxaftina Mesrûr Barzanî qebûlkirina bindestiya tirka ye. Qebûlkirina çavsorî û zorbatiyeke wiha şermeke mezin e.

Bi vê siyasetê, bi qebûlkirina vê bindestiya tirkan azadî û çêbûna Kurdistanê xeyaleke vala ye. 

Ez viya jî bibêjim, min hêviyek mezin ji Mesrûr dikir, min wer texmîn dikir ewê wek Nêçîrvan û Bavê xwe ji ber tirkan danexwe, lê texmîna min rast derneket. 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE