27 november 2019

Heger em dixwazin li dinyayê wek mirovan bijîn...


Heger em dixwazin li vê dinyayê rehet bikin, ne wek êsîr û koleyan, wek însanan bijîn. 

Heger em dixwazin xelk her roj di nava çavê me da lênexe, pê li serê me neke. 

Heger em dixwazin xelk tecawizî namûs û rûmeta me neke, li vir û li wir me bi çol û çepelan nexe.

Heger em dixwazin ji vê jiyana rezîl, zelûl xelas bibin, dibê em bi hev ra ji bo azadî û serxwebûna xwe bixebitin, li rêyên rizgariyê bigerin.


Li Swêd zikê min têr e, ciyê min rehet e, zulm li ser min tuneye, lê dîsa jî ez ne bextewar û dlişa me.

Çimkî ez mahcir im, ez merivekî bêwelat û ferdê miletekî bindes tim. Gelê min di binê esaretê û îşkenceyê da ye. Bi milyonan ji malên xwe koçber bûne, di serê salan e di çandiran da, di rewşeke pir xerab da dijîn.

Ez li vê tabloyê her roj temaşe dikim, perîşaniya gelê xwe, zarokên xwe dibînim. 

Di rewşeke wiha da ma ezê çawa bextewar û dilşa bim?

Heta em kurd nebin xwedî Kurdistaneke serbixxwe em li ku bijîn, birevin ku û bibin xwediyê çi jî emê tu carî rehet nekin, her der ewê tim li me bi zindan dojeh be.

Kurdê azadî û serxwebûn ne xeyal û armanca wî be ya merivekî xerab e, ya jî kêmaqil e.
Dibê meriv xeraban û kêmaqilan neke nûner û rêberê xwe.

XXX

-Tiştekî bike, bira xweşik be. Pir zor e?
Wê demê tiştekî xweş bibêje. Zimanê te nagere?
Wê demê tiştekî xweş bibîne, ya jî tiştekî xweş binivîse. Tu nikanî li hev ragirî?
Wê demê dest bi tiştekî xweş bike.
Lê belê bira her tim tiştên xweş bin.
Çimkî her însan di umrê mirinê da ye.
///Şemsî Tebrîzî

XXX
-Heger hûn tenê di rojên xweş da bimeşin, hûnê tu carî negihîjin hedefa xwe.
Paulo Coelho

Ji bo ku em kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet û Kurdistaneke serbixwe, dibê em di rojên şilî û şepelî da, di ba û bahozan da, di talîzok, bager û tozanan da jî bimeşin…

XXX
Têkoşîna ji bo Kurdistaneke serbixwe û azadiya kurdan ne xercê her kesî ye. Yê ruhkule û tirsonek serê wî kûpê aqil be jî di nîvê rê da dev ji têkoşînê ber dide û refê xwe diguhere, ya dibe hevalê dijmin ya jî li mala xwe rûdine.
Formulärets överkant

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE