20 november 2019

Ev Şerê Cîhanê yê Sêyem e



Ev çend roj in Tirkiye êrîşeke mezin dibe ser Tiltemir, dixwaze Tiltemir û riya Qamîşloyê dagir bike. Esas dagirkeriya xwe gav bi gav pêş da dibe, berfireh dike. Hedef dagirkirina rojavayê Kurdistanê bi giştî ye.

Tirkiyê dît êrîşkarî, zorbatî, çavsorî pere dike, çi dike, ku derê dagir dike jê ra dimîne. Lema jî dixwazin rojavayê Kurdistanê bi tevayî dagir bikin.

Ev êrîş hewildana wê yekê ye.


Di bin destê Erdogan da bi sedhezaran çeteyên Daîşê, Nusrayê û terorîstên din hene, wan dajo pêş. Ji bo wê jî ji zayîatê natirse, dixwaze bi van qatil û terotîstan rojavayê Kurdistanê gişî dagir bike.

Rewş pir kirîtîk e. Heta Amerîka û Rûsya wiha bêdeng bin Tirkiye tu carî nasekine.

Welatên ereb jî bi bêdengiya xwe şaşiyeke mezin dikin. Heger dagirkirina Sûriyê û rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê ra bimîne, sibe dora Îraqê ye, Ewê êrîşî Mûsil û Kerkûkê jî bikin.

Dinya jî, Ewrûpa jî bi vê bêdengî û tirsonekiya xwe Erdogan bêtir aşûnî dikin, gurê bi kerî keve bi pezekê, bi du pezan nasekine.

Erdogan Hîtlerekî duyem e, kurd bi tena serê xwe nikanin wî bisekinînin, dibê dinya midaxele bike.

Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka, Rûsya, bîrûraya giştî êrîşên Tirkiyê yên ser kurdan û dagirkirina rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne wek bûyereke navnetewî, wek bûyereke herêmî, lokal dibînin.
 
Êrîşên Tirkiyê ser û Sûriyê û Rojava ne meseleyeke herêmî ye, qereketerekî wê yê navnetewî heye. 

Tirkiye welatekî dagir dike û 2-3 milyon însan ji welatê wan derdixe, ev jenosîd e, nabe dinya li vê jenosîda kurdan temaşe bike.

Gava tirk dibînin Efrîn dagir kirin ji wan ram a, Serêkaniyê, Girê Sipî, Idlib û gelek derên din dagir kirin ji wan ram a. 

Li Îraqê bi sedan km dagir kirine, bi hezaran leşkerên wan li başûrê Kurdistanê hene û gavba dixwazin bombebaran dikin. 

Ev yek tirkan bêtir har dike, bala xwe didinê çi dikin ji wan ra dimîne, bala xwe didinê zor pere dike.

Sûc û qetlîamên di sedsala 20a da kirin ji wan ma, lema dixwazin di sedsala 21ê da jî eynî tiştî bikin; jenosîsa anîn serê êrmenî û rûman, dixwazin bînin serê kurdan jî. Û tînin jî. 

Erdogan ji Seddam, heta ji Hîtler ne kîmtir e, dibê dinya viya bibîne.

Esas şerê cîhanê yê sêyem dest pê kiriye, lê dinya naxaze vî navî lêke. Musebîbê vî şerî jî Erdogan e, Tirkiye ye.

Bi dostiyê, bi bertîlkirinê, bi dana xûgiyê Erdogan nasekine û ewê tu carî nesekine, bêtir ditamij e, dixwaze hin derên din dagir bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE