09 november 2019

Erdogan Yekîtiya Ewrûpayê êsîr girtiye



Tirk ji asya dûr ji birçîna û ji ber moxolan reviyan û hatin li vê herêmê bi cî bûn. 

Dû ra mêrikan bi zora şûrê xwe welatê girêkiyan û Kurdistan ji me stendin û bûn xwedî welat. 

Piştî tirk bûn xwedî welat, bi daran bi hemû girêkiyan û xiristîyanan ketin û ew şandin Yûnanîstanê, Bûlgarîstanê û em kurd jî ji xwe ra kirin xulam û kole. 

Çimkî ji wan xulam lazim bûn.

Erdogan nuha jî bi tena serê xwe ji 28 welatên Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê digire û bi şandina bi milyonan koçberên misilman Ewrûpayê gav bi gav dagir dike.


Hebûna gelek welatên Ewrûpa di tahlûkê da ye.

Hebûna Qibrisê di tahlûkê da ye.

Tirk her roj çend botan tije kal, pîr, feqîr û zarokên misilman dikin û rê dikin ser Qibrisê, Yûnanîstanê.

Ewrûpî bi vê siyasetê, bi bertîlkirina Erdogan, bi vê tirsonekiyê nikanin welatên xwe bibparêzin, îmkanê vê tuneye. 

Ew devê tivingê nîşanî Erdogan nedin, Erdogan nasekine, ewê ji Tirkiyê, ji Sûriyê, ji Afganîstanê, ji Pakîstanê û ji welatên din bi milyonan misilmanên feqîr, birçî, bêkar bişînin Ewrûpayê û bi vê riyê demografiya Ewrûpayê biguherin, li gelek welatan kaoseke mezin çêkin.

Ji xwe hedefa Erdogan û misilmanan guhertina demografiya Ewrûpayê ye. 


Tiştê berê bi şer nikanîbûn bikirana, nuha dixwazin bi koçê bikin. Û gelek welatan bi ser ketine jî.

 Li Tirkiyê û li hemû welatên misilman nufûs pir zêde bûye, însan bêkar in, bi milyonan ji birçî ne.
 
Her welatê misilman dixwaze çend milyonan ji vê nufûsa zêde û bêkêr bişîne Ewrûpayê. Erdogan herî kêlm salê li dora 200 hezar tirk şandine Ewrûpayê. Nuha jî giranî dane afganî û pakîstanî, ereb û afrîkiyan.

Him bi milyaran pere qezenc dikin û him jî ji Ewrûpayê ra geleşeke pir mezin çê dikin.  

Yên vê koçê organîze dikin Tikriye û Îran e, bi hev ra dixebitin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE