23 november 2019

Dinya jî dixwaze tirk qira me bînin




Zulma tirk li me dikin ji ya naziyan xerabtir e, gerek di vê sedsalê da welatekî endamê NATOyê û berendamê Yekîtiya Ewrûpayê(YE) hewqasî vekirî nikanîbûya zulmeke wiha li miletekî bike, nûnerên miletî kêfî bavêje zindanê, îşkencê lê bike, bi dehhezaran însanan ji malên wan derxe, bi çolan xe û hinekên din têxe malên wan.


Çawa meriv xelkê ji malên derxe, gund û bajaran vala bike û hinekên din têxe malên wan?
Ji bo kurd in, ji bo ku tirk ji kurdan hez nakin.

Û Neteweyên Yekgirtî(NY) jî li vê jenosîdê temaşe dike, heta nuha ne NY, ne YE û ne jî Amarîkayê, Rûsyayê, Koalîsyona li Dijî Daîşê, Yekîtiya Welatên Misilman,  bi kurtî yanî dinyayê ji tirkan ra negotiye çima hûn vê zulmê li vî miletê mezlûm dikin?

Tiştekî pir ecêb e, meriv ji çavên xwe bawer nake ! 

Lê sebebê tirk kanin wiha bikin bêdengiya dinyayê ye, tirk dibînin dinya dengê xwe nake, çi bikin ji wan ra dimîne, lema vê zulmê li me dikin, lema me bi sedhezaran ji malên me derdixin, bi çolan dixin, dikujin, gaza fosfêrê bi ser me da dibarînin, yanî dilê wan çi bixwaze wiya dikin.

Tiştê ez dibînim NY, YE û dinya jî dixwaze tirk qirra me bînin, me ji ortê rakin, li dinyayê kurd nemînin.


Yanî tiştê min fêm kiriye dinya jî wek tirkan dixwaze ji kurdan xelas bibe, dixwaze kurd li dinyayê nemînin. 

Çimkî hebûna kurdan wek tirkan NY, YE û dinyayê jî nerehet dike, lema wezîfa jenosîda kurdan dane tirkan. Yanî tiştê tirk dikin bi dilê Neteweyên Yekgirtî, NATOyê, Amerîkayê, Rûsyayê, Koalîsyona li Diaîşê, bi kurtî bi dilê dinyayê ye.

Lema kes dengê xwe nake, li jenosîda me temaşe dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE