09 november 2019

Dibê kurd cahş û xayinên hevalên dijmin in afaroz bikin !


Tirk wek milet, wek dewlet, bi hemû partî, dem û dezgehên xwe ve wek gurên har li me kom bûne û me perçe dikin, gund û bjarên me wêran dikin.

Vê wahşetê li ber çavê hemû dinyayê dikin.
Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO, hemû dinya li hovîtiyên tirkan û qatilên wan yên îslamî temaşe dike.

Lê ne ev tenê, hin kurd jî hîn hevalên vê hukûmetê ne û piştgiriyê didin dagirkerî û qetlîamên tirkan.


Li Kurdistanê hîn jî berpirsiyar û endamên AKPê ne.
Hîn jî bêyî ku şerm bikin di medyaya kurdî da Erdogan û hukûmeta wî ya faşîst diparêzin, dixwazin kurd herin li mizgeftan li xutbeyên tirkan yên irqçî û faşîst guhdarî bikin.

Kurdê li Diyarbekrê, li Şirnexê, li Cizîrê, li Nisêbînê, li Wanê, yanî li Kurdistanê hîn jî nûnetiya AKPê dike, hîn jî hevalê vê partiyê ye ew cahş e, xayin e, tu ferqa wî û Erdogan û Çavuûoglu tuneye.

Piştî hewqas zulm û kuştin û hovîtî heger meriv sedîsed ne xayin be nabe hevalê van qatilên gelê xwe.

Dibê kurd silavê nedin van kurdên hevalên dijmin, van xayinên bûne xulamên tirkan. 

Medya kurd dibê bi van cahş û namerdan ra nepeyive û reqlama îxanetê neke.

Di şer da yê di cepheya neyar da be meriv pê ra sohbetmeriv nake, dernaxe telewîzyona xwe û fikrê wî nagire, meriv reqlama cahşan û xayinan nake.

Kurdên AKPê artêşa Erdogan ya siwîl in, Daîşa kurda ye. AKP Daîş e. Erê serok û endamên AKPê wek yên Daîşê keleş ne di destên wan da ne, lê ew daîşiyên diwîl in, Erdogan karekî din daye wan.

XXX
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Pompeo gotiye:

”Erdogan biryara êrîşa ser Sûriyê girt. Em li dij derketin.

Almanyayê û Fransayê jî îtîraz kirin. Ev biryar ya Erdogan e. Me biryara stratejîk ya berdewamkirna şerê li hebmberî Daîşê girt. Nuha tiştê li Sûriyê dibe ev e.”

Na wele xwezî we jî bi Tiriyê ra li kurdan xista.
Tiştê Erdogan ji we xwesiye ev e, dibê hûn midaxele nekin û we jî ev yek qebûl kiriye.

Yanî Amerîkayê, Fransayê û Almanyayê dagirkirina Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê û qirkirina kurdan qebûl kirine, ji Erdogan ra gotine em midaxeleyî te nakin, emê xwe bi Daîşê mijûl bikin, tu jî kurdan bikuje…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE