10 oktober 2019

Tirkiyê dest bi gagirkirina Kurdistana rojava kir


Artêşa hovan, wahşan, faşîstan û Daîşê êrîşa ser kurdên rojavayê Kurdistanê dan destpêkirin.

Hemû dinya medenî, her kesê ji xwe ra dibêje ez însan im dibê li dijî vê êrîşa artêşa faşîst û çeteyên Daîşê dengê xwe bilind bike.


Ev şer, şerekî nabêna artêşeke barbar û însanên siwîl da ye, dibê meriv li hemberî barbaran, zarokan, jinan, xelkê siwîl biparêze, hawara wan li dinyayê belav bike.
Bijì şervanén Kurdistané !
Bimre hézén dagirker!
2029-10-09

Tirkiye dixwaze Kobanê, Girê Sipî, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşloyê û Dêrika Hemko jî wiha bike. Trump û Pûtîn jî ji bo vê yekê destûr dane tirkan. Bêyî destûra Amerîka û Rûsyayê êrîşa tirkan ne mimkûn bû.

Hedefa Tirkiyê jenosîda kurda ye û Rûsya û Amerîka jî şirîkê vê jenosîdê ne.

Kurd miletekî bi şeref û qehreman e, ewê tu carî teslîmî keriyên barbar û faşîstan nebin û bi mêrane li ber xwe bidin û welatê xwe biparêzin.

Dibê ENKS tavilê ji cepheya ereb û tirkan vekişe û bi PYDê ra yekîtiya xwe îlan bike. Dibê PYDê vê yekê qebûl bike. Û pêşmergeyên Roj jî zû werin welatê xwe biparêzin. Rojava welatê me hemûyan e, dibê hemû kurd biparêzin.

Heger kurd wenda bikin, ev ji ber namerdî û bênamûsiya Amarîkayê, Rûsyayê û dinyayê ye. Çimkî ew destûrê didin qetlîama kurdan.

Ev êrîşa Tirkiyê sedîsed bi destûra Trump bûye û Pûtîn jî okey kiriye.

Yanî meriv kane bibêje ev bêbextî û xiyaneta Amerîka ya duyem e.

Erê di nava îdareya Amerîka da û di nava Pentagonê da kesên li dijî vê biryara Trump hene, lê hîn tu tesîra wan cê nebûye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE