05 oktober 2019

Tirkan agir kirine dawa xwe

Erdogan li ser dagirkirina Kurdistana rojava û herikandina xwîna kurdan pir bêsebir xuya dike. Îro gotiye "ji bo êrêşî me hemû amadekariyên xwe qedandine, êrîş belkî îro, belkî sibe ye..." Yanî hewqasî nêz e.

Diyar e ji Pûtîn destûr girtiye, heger ji Pûtîn destûr negirta nikanîbû ev qurretî bikira. Yanî Rûsya li pişt wan e.



Hela em binêrin şêla Amerîka yê ewê çi be, heger êrîş bikin ewê kurdan biparêzin ya na?


Tiştê Tirkiye dike çavbirîn e, çavsorî ye.


Heger bi rastî êrîş bikin destpêka jenosîdê ye, tirk dixwazin kurdan jî wek êmeniyan qir bikin. Çimkî hedefa wan piraniya kurdan mecbûrî koçberiyê bikin û 3-4 milyon ereb û tirk li Kurdistana rojava bi cî bikin. Ev jî jenosîd e.


Li ciyê rehetiyê, bêyî ku kurdan xîçek avêtibin ji leşkerekî tirk da, mêrik dixwaze xwîna kurdan vexwe, ev vekirî ye.


Kurdê hîn jî bi AKPê ra be, hîn jî li Kurdistanê nûnertî û hevalbendiya AKPê bike, ew jî şirîkê vê êrîşê û qetlê ye.


Kurdê hîn jî hevalê Soylu be, ew destikê neyar e, hevalê qatilên gelê xwe ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE