31 oktober 2019

Tirk irqçîtiya xwe baş îfşa dikin



Ji ber ku Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê Jenosîda êrmeniyan ya sala 1915a qebûl kir, tirk har bûn, irq’ätiya xwe baş dan der. Berdevkê Iyi Partiyê Yavuz Agiralîoglu pir qeheriye, gotiye: 

”Em navê Enver, Cemal û Talat didin zarokên xwe û bi vî hawî biyara Amerîkayê protesto dikin. Lê heger bêmisebetîya Amerîkayê dom bike, zarokên me yên keçik jî di nav da, emê navê Talat li her kesî kin.”

Talat, Enver û Cemal, hersê jî s
erokên Cemîyeta ÎttÎhat û Terakkîyê bûn û berpirsiyarên, sûcdarên jenosîda gelê êrmenî  ne... 

Talat û Cemal ji alî êrmeniyan ve, Enver jî ji alî rûsan ve hatin kuştin


Yavuz Agiralîoglu li van qatilan xwedî derketiye û gotiye û ewê ne navên lawan tenê, navên keçikên xwa jî bikin Talat.



Irqçîtiyê û neyartiya kurd û êrmeniyan vanan ji mirovahiyê bi tevahî dûr xistine, ji nazîstan jî xerabtir kirine. 

Yên bibin hevalê Daîşê û qatilekî wek Bexdadî û bi hezaran terorîstên îslamî li welatê xwe veşêrin, ji bo kuştina kurdan alîkariyê bide wan, kanin navê Talat jî û yê Hîtler jî li keçên xwe kin.

Lê bi tirkan dikeve, tam tiştê layiqî xwe dikin.

Ji me kurdan ra pir baş e, me bi milyaran dolar birijanda dîsa jî me nikanîbû irqçîtiya tirkan bi vê derecê nîşanî dinyayê bida.

Bi dagirkirina rojavayê Kurdistanê ra û wahşet û hovîtiyên li wir, li hemberî  kurdan kirin, dinyayê dît em ne neheq bûne, me kêm gotiye, zêde negotiye.

Biz çocuklarımıza Enver, Cemal ve Talat ismini verme kararımızla buna mukabele ediyoruz. Bu münasebetsizlik devam ederse kız çocuklarımız da dahil herkese Talat ismini veririz" dedi.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE