29 oktober 2019

Rûsya li hemberî wahşeta Tirkiyê bêdeng e



Li gorî hemû xeberên ji rojavayê Kurdistanê tên li gel agirbestê jî Tirkiye êrîşên xwe didomîne.

Ji destpêkê da ye tirkan guh nedane tu agirbest û peymanan, heta ji wan hatiye êrîş kirine û hin erdên din dagir kirine.

Dibê PYD vê yekê bi lez bi Rûsyayê ra bipeyive. Dibê Rûsya û Amerîka destûrê nedin tirk her roj hin gund û bajarên din dagir bikin.


Rûsya mecbûr e midaxele bike, yan na dibê aliyê kurd jî tu peymanan qebûl neke.

Li herêma Tiltemir çeteyên Tirkiyê êrîşî leşkerên Sûriyê kirine û gelek êsîr girtine. Birîndar jî hene.

Ev jî naîşan dide tirkiye dixwaze qada dagirkeriya xwe fireh bike, guh nade tu agirbest û peymanan.

XXX
Qatil û terorîstên Tirkiyê hin vîdeoyên nuh yên wahşetê belav kirine. Komek celad û terorîstên Tirkiyê leşkerekî Sûrî yê êsîr girtine û lînc dikin.

Ev sûcekî li dijî qanûnên herbê û mirovahiyê ye. Rûsya, Amerîka, NY çawa dihêlin ev dewleta faşîst vê terorê bidomîne ez fêm nakim?

XXX

Hêjayiya merivekî ne di hebûna wî da ye, di tunebûna wî da xuya dibe. Heger tunebûna wî nayê hiskirin, wê demê girîngiyeke hebûna wî tuneye.

Belê rast e, hin kes hebin jî dibe, tunebin jî dibe. Ne hebûna wan tu feydeyê dide civatê û ne jî mirina wan tu zirarê…
Xwezî bi dilê wî kesî, wê kesê tunebûna xwe bi civatê bide hiskirin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE