13 oktober 2019

Rêvebiriya xweser û Sûriyê li hev kirin



Piştî 5 rojên şer, rêvebiriya xweser yanî PYDê, QSDê bi beyanekê gotine wan û hukûmeta Sûriyê li hev kirine û êdî leşkerên Sûriyê ewê li ser sînor bi cî bibin û gund û bajarên li ser sînor biparêzin.

Em naveroka peymanê nizanin. Lê li gel vê jî ez dibêjim PYDê biryareke rast daye. 

Çimkî ez alternatîfeke ji viya baştir nabînim. Berdewamiya şer alternatîfeke pir xerab û pir bi zirar e. Û şansê kurdan û qezenckirina şer jî tuneye.
 

Kurd bêyî piştgiriya dewletekê nikanin li hemberî artêşa NATO ya duyem şer qezenc bikin, tecrûbeya Efrînê û şerê xendekan li ber çava ye.

Lema peymana bi Sûriyê ra çiqasî xerab be jî, ji domandina şerê bi Tirkiyê ra baştir e.

Bi vê lihevkirinê kurd wextê qezenc dikin û ji xwe ra mitefikekî şer peyda kirin.
 
Îhtîmal heye Rûsya jî piştgiriyê bide vê lihevkirina hukûmeta Sûriyê û kurdan.
Hela ka em binêrin tirk nuha ewê çi bibêjin?

Gelo ewê ji ciyên dagirkirine vekşin û êrîşa xwe rawestînin? 

Ez bawer nakim bi rehetî bikin, dibê Rûsya zorê bide Tirkiyê.
Tirk zorê nebînin ne derên dagirkirine didin û ne jî şer radiwestînin. 

Çimkî ji Erdogan ra şer lazim e, bêyî şer Erdogan nikane li ser hukim bimîne. Lema jî dibê tim bi dijminekî ra di şer da be.

Lê Tirkiye şer ranewestîne jî, rengê şer diguhere, êdî şer dibe ne şerê kurdan û Tirkiyê tenê, dibe şerê Sûriyê û Tirkiyê. Yanî cepheya li hemberî Erdogan û Tirkiyê firehtir dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE