31 oktober 2019

Pîreke ereb: "kî kurd be dikujin"!


Çeteyên Tirkiyê, qatil û terorîstên îslamî kî kurd be di cî da dikujin !

Jineke pîr ya Ereb ya ji ber êrîşên Tirkiyê ji Tiltemir koçber bûye, ji peyamnêra Rûdawê Vîyan Fetahê ra dibêje, "cîhadiyên girêdayî Tirkiyê kesên kurd dikujin, tu cudahiyê naxin nabêna xelkê siwîl û şervanan, kî Kurd be yekser dikujin !"

Viya bi emrê tirkan dikin, artêşa tirk emrê kuştina kurdan daye qatil û celadên Daîşê û cîhadî û ew jî dikujin. Ew bi serê xwe van qetlan nakin.


Dibê hêzên kurd van xebran bigihînin Neteweyên Yekgirtî, Mahkima Mafên Mirovan û medyaya dinyayê.

Kurdên bi îngilîzî, almanî, fransî zanin dibê xeberên bi vî rengî bi van zimanan belav bikin.

Dibê kurd gotinên vê pîra ereb bi îngilîzî belav bikin.

XXX


Şêxo Fîlîk nivîskar û wergerekî kurd e, du sal berê ji bo ku Şêxo kurdekî ne li gorî dilê wan e ji kar derxistine. Wî jî çûye huqûq xwendiye û qedandiye.

Nuha jî ruxseta abûqatiyê nadinê, jê ra dibêjin tu nikanî abûqatiyê jî bikî.

Zulm û irqçîtiyeke wiha nehatiye dîtin...
XXX 

Kekê Ahmed Zekî gotiye:

"Wek nazîzmê û komunîzmê, terora îslamî jî sûcekî li dijî mirovahiyê tê qebûlkrin.
Almanan bedêla nazîzmê, rûsan bedêla komunîzmê pir giran dan.
Erê !
Nuha jî dora bedêldanê ya tirka ye…"

Numûneya almanan û rûsan rast e, bi rastî jî almanan ji ber nazîzmê û rûsan jî ji ber komunîzmê cezayên xwe kişandin.
Hêvî dikim texmîna tirkan jî rast derkeve.

Sûcê tirkan girantir e, yê wan bi serokatiya Daîşê û hêzên cîhadî ra pan-tirkîzim jî heye. Pan-tirkîzim, kemalîzim jî şiklekî faşîzmê ye, faşîzma tirk e.

XXX
Dibê kurd li xwe miqate bin û ji Amerîkayê û dewletên Ewrûpayê alîkariyê bixwazin.

Erdogan dopir vekirî got, ewê heyfa el Bexdaî bigrin, çawa Amerîkayê el Bexdadî kuşt, ewê jî di demeke nêz da hin berpirsiyarên PYDê, YPGê bikujin.

Ev gotinên Erdogan ne henek û blof e.

Ji bo kuştina Mazlûm Kobanî, Salih Muslim û hinên mîna wan, Erdogan ewê her tiştî bike.

Dibê kesên berpirsiyar û berbiçav li xwe miqate bin û yên li Ewrûpayê ji dewletan alîkariyê bixwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE