09 oktober 2019

Nameya xwendevanekî


Silav û rêz Apê Zinar 

Ez di serî de dibêjim Xwedê kesên wek cenabê te li ser sermê Kurda kêm neke. 

Apo, ez nizanim ezê çawa terîfa cenabê te bikim, lê ez sibê heta êvarê li ser vê medya civakî me û dixwînim, dibînim çavê min her tim li nivîsên te digere.
 
Nivîseka te li gor min ji sed nivîskar û sed rojneman û sed qunciknivîsan zêdetir e. 

Her çiqasî ez nivîsên te netikînim û necibînim jî dixwînim jê namînim.

Yek Xwedê dizane û yek jî ez dizanim tu çiqasî dilê min rihet dikî, karê tu dikî pîroz e, bereket di pênûsa tekeve.

Apo, vêya jî baş bizanibe ev ne pesin in, ev tiştên ez dibêjim di cîhê xweda ne, xwezî û xwezî bi sedan kes mîna te ji civaka me re bibûna mînak.
Ez destê te radimûsim
///Welat Bazîdî

XXX
Gelek sipas xortê dilşewat û qedirzan. Mala te ava be. Ez pir kêfxweş bûm..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE