08 oktober 2019

Min teqleya Trump ya îro pir eciband

Serokê DYA Donald Trump


Donald Trumpê dînik merivekî pir xweş e, eynî wek şekir e, carnan min diqeherîne, lê tişt nabe, zû tê rê. Ev baş e, rojekê rast lê dixe, rojekê çep lê dixe.

Kevoka(gogerçîna) herî teqlebaz jî nikane wek wî li ser hev hewqas teqleyan bavêje. 

Camêr teqlebazekî bêhempa ye, kane di dewqîqeyekê da bi sedan teqla bide xwe.

Lê teqla wî ya îro pir xweş e, min eciband.


Teqleya du roj berê pir xerab û pir pîs bû, min qet neeciband û lema jî min tiştek di wî da nehîşt.

Lê çerxkirina wî ya îro birastî jî pir xweş e, nuha tirk ji qahra zûtikreşî bûn.

Camêr îro jî pesnê me daye, gotiye:

 ”Mimkûn e em ji Sûriyê vekişin. Lê belê ev tu carî nayê maneya em terka wan însanên taybet û wan kurdên muteşem dikin. Kurd merivên ezîz û şervanên jêhatî ne. Em alîkariya aborî sîlehan didin kurdan.”

Heyran sipas ji bo van pesnê te, lê tiştê ji me kurdan ra lazim e ne pesin û meth e, alîkarî ye. Terka me nekin, me di nava gurên devbixwîn da bi tenê nehêlin ew besî me ye. Tiştê em dixwazin ev e.

XXX

Hema, hema tirkê li dijî dagirkirina Kurdistana rojava tuneye, her kes dibêje heqê Tirkiyê ye "rojhilatê Ferêt" dagir bike û kurdan ji welatê wan derxe û ereban li wir bi cî bike.

Xwedêgiravî hinek li dijî êrîşê xuya dikin(!)

Lê ew jî ne ku li dijî êrîşê û dagirkirina Kurdistana rojava ne, dibêjin:

Tiştê em difikirin û dixwazin pêk bînin, ewê nehêlin.
Ewê ji me ra nemîne.
Emê li zirarê derkevin.
Ewê belayên mezin werin serê me.
Aboriya me ewê têk biçe.
Tirkiye û Amerîka ewê werin hemberî hev.
Dinya ewê piştgiriyê bide kurdan.
Li hundur jî kane gelş derkevin.
Kudên me ewê bêtir ji me dûr kevin.
Yanî yên xwedêgiravî "li dijî êrîşê ne", ne ku li dijî dagirkirina "rojhilatê Ferêt" in, dibêjin bi êrîşê emê li zirarê derkevin. Lema dibê em êrîş nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE