15 oktober 2019

Kurd ji mirinê û ji terora we mezintir in !



Emerîkî dibêjin Erdogan soz daye Trump, gotiye ewê êrîşî Kobanê nekin.

Kêfa wan e. Heger êrîş nekin, maneya xwe nikanin, zanin di dawiyê da ewê li zirarê derkevin.
Lema jî çi ji destê we texsîr nekin.

Hemû dinyayê careke din dît miletê kurd tu carî serî natewîne, kurd miletekî gernas e...


Tirk ewê careke din bibînin kurd ji kuştinê, ji mirinê û ji terora wan mezintir in.
Trumpê rentele di warê aborî da biryara cezakirina Tirkiyê îmze kiriye û ji Erdogan xwestiye êrîşa ser kurdan rawestîne.
Wezîrê parastinê Hulûsî Akar, Soylu û hin wezîrên din jî xistine lîsteya reş. Lê sûcdarê herî mezin hîn wek dîkê sipî li ortê digere.
Vana kanin lîstik û taktîkên Trump bin, ji bo pêrgiyê li hin biryarên hîn mezintir bigre.
Lê hemû dinya û kesên xwedî ûjdan bi me ra ne, Trump jî ewê werê îmanê. Lê emê bêbextiya wî tu carî ji bîr nekin.

XXX
Min tim digot dawiya Erdogan ewê pir xerab biqede.
Kêmaqiliya wî ya herî mezin, wek Seddam destê xwe di xwîna kurdan gerand.
Ev yek ewê taliya wî pir nêz bike, wer xuya dike.
Esas ev, qedera hemû dîktatoran e.
Pir zulm li me kir, pir.
Dibê ezabekî pir mezin bibîne.
Hindik ma.
Nuha îşev xur ket canê wî.
Amerîkayê wa ye dest bi cezakirinanên gelek wezîran kiriye.
Tirkan heb xwar.
Sibe ewê qarînî bi wan keve....

XXX
Cî li Trump pir teng bûye. Îşev telefonî serfermamdarê QSDê Mezlûm Kobanê kiriye û jê rapor xwestiye.
Weleh ev xebereke ez qet ne li hêviyê bûm, lê gelkî xweş e.
Kêfa min anî.
Serpapaxan îcar vizeke gêja Erdogan bibe da xwe.
Gava dîn xwedî biryar bin, meriv nizane kînga ewê çi bike. Çimkî dîn e.
Lê tiştek heye dostên kurdan li Amerîkayê pir in û Trump poşman kirin.
Ava Erdogan germ dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE