17 oktober 2019

Ji ber ku yên li Serê Kaniyê tên kuştin zarokên kurd in dinya bêdeng e



Tirkiye ev 9 roj in Serê Kaniyê bombebaran û topbaran dike. 

Ev ne bes bû, ev du-sê roj in li hemberî xelkê siwîl çekên yasax, çekên kîmyayî bi kar anîne.

Bi sedan siwîl û zarok birîndar bûne. 

Di medyaya sosyal da gelek sûretên zarokên bedenên wan şewitîne belav dibin. Merivnikane lê binêre.

Telewîzyona swêdî qala xeberê kir, lê belê heta nuha yek sûretekî wan zarokên bedenşewitî û birîndaran jî nîşan nedane, naxwazin nîşan bidin.

Çimkî yên tên kuştin kurd in.


Hegr filistînîbûna ewê tim nîşan bidana, pisporan ewê fikrên xwe bigotana. Li ji ber ku yên tên kuştin kurd in, di ser ra derbas dibin, naxwazin zêde qal vê êrîşa hovne bikin.

Heger eynî tişt ev 9 roj in ne Tirkiyê, Sûriyê kiribûya, nuha dinya, Ewrûpa, NY, welatên musilman rabûbûn ser nigan, qiyamet rakiribûn û îş anîbûn serê Sûriyê. 

Nuha hemû medyaya dinyayê li Serêkaniyê bû û ji wir zindî weşan dikir. Qêrîn, hawar û giriyê zarokên birîndar nuha dinya hejandibû. 



Nuha Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî bi dehan pisporên xwe şandibûn Serê Kaniyê û gotibûn ew çi sîleh in.

Heger Îsraîl bajarekî filistîniyan 9 rojan bi vê vê hovîtiyê, bi vê wahşetê bombebaran kiribûya, medyaya dinyayê nuha qiyamet rakiribû. 

Yekîtiya Ewrûpayê, dewletên misilman nuha dinya hejandibûn.

Heger Îsraîl eynî tişt li hemberî filistîniyan kiribûya, nuha Huda-Parê, misilmanên kurd li gelek bajarên Kurdistanê qiyamet rakiribûn.

Lê ji ber ku yên li Serê Kaniyê tên kuştin kurd in, Huda-Par, misilmanên kurd dengê xw enakin, xwe kerr û lal dikin.



Ji ber ku yên li Serê Kaniyê tên kuştin kurd in û dewleta êrîşkar û qatil jî Tikriye ye, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka, Rûsya, Yekîtiya Îslamî, yanî hemû dinya bêdeng e; midaxele nakin. 

Qetlîama Serê Kaniyê di medyaya dinyayê da zêde cî nagire. 

Çimkî yên li Serê Kaniyê tên kuştin kurd in. 

Ji bo ku kud in xwîna wan jî zêde ne bi qîmet e. 

Erdogan jî viya zane, lema jî ji bikaranîna sîlehên kîmyayî natirse, dihêlin çeteyên Daîşê li hemberî siwîlan, li hemberî kesên ketine destên wan û şervanên şehîd ketine heywantiyên mezin bikin. 



Hemû dinya viya dibîne, lê ji nedîve tê, ji bo ku ev zulm li kurdan dibe, ji ber ku yên tên kuştin kurd in. 

Ji bo wê jî Yekîtiya Îslamî, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî, medyaya dinyayê, musilmanên kurd, bi kurtî dinya bêdeng e, kes naçe hawara kurdan.

Naçe, çimkî yên li Serê Kaniyê tên kuştin zarokên kurd in û qatil jî Tirkîye ye, lema telewîzyona swedî sûretên zarokên bedenşewitî nîşan nade, zêde qala bûyerê nakin, pisporên xwe nadin peyivandin. 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE