30 oktober 2019

Erdogan dîsa bi terorê gef li Ewrûpayê xwar

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan


Serokê Tirkiyê Erdogan hemû Ewrûpa û dinya bi terorê tehdît kiriye, gotiye:

”Ez ban welatên piştgiriyê didin rêxistinên terorîst dikim. Hûn şaş dikin. Ew marê terorê yê hûn li welatê xwe, bi destê xwe xwedî dikin sibe ewê bi vede. Dema li kuçeyên we bombe teqiyan, sîlehên terorîstan mirin verşiyan, vandalan dest bi xerakirina der-doran kirin, helbet hûnê şaşiya xwe fêm bikin. Yên êlegzer ewê li welatekî tenê  tunebin, ewê li her derê hebin…”




Wek tê dîtin, mêrik Ewrûpa, hemû dinya bi terorê tehdît kiriye. Û ev gefa Erdogan ne vala ye, bi rastî jî li Ewrûpayê û Amerêkayê bi hezaran çete û terorîstên îslamî di bin destê Tirkiyê da ne, roja Erdogan emir bide, ewê dest bi terorê bikin.

Serokê Daîşê yê herî mezin û herî karîzmatîk û xwedî hukim Erdogan e, ew çi bibêje kane bi cîhadçiyan bide kirin.

Dibê serokên ewrûpî, emerîkî, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO hesabê van gotinan ji Erdogan bipirsin, heger nepirsin şaşiyeke mezin e. Çimkî Erdogan vekirî dinyayê bi terorê tehdîd dike…

XXX
Erdogan gotiye ewê li vir nesekinin, "gerek Kobanê jî teslîmî me bikin."

Mêrik rast gotiye, bi rastî jî ewê nesekinin.

Ez tim dibêjim, çavê wî li hemû rojavayê Kurdistanê ye. Peyman filan hemû jê ra taktîkên dagirkirina hemû rojava ye.

Heger Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî û derên dagir kirine jê ra bimîne, ewê êrîşî Kobanê, Amûdê û Qamîşloyê jî bike.

Dû ra jî dora Şengalê û dagirkirina başûrê Kurdistanê ye.

Erdogan bi peymanan, bi ambargoyan nasekine, dibê zorê bibîne, dibê hinek lêxin.

Erdogan yekî ji Seddam Husên dîntir û tahlûketir e, ji ber ku dinyayê heta nuha ev yek fêm nekiriye ewê bedelekî pir giran bide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE