13 oktober 2019

Dibê PKKê îro ji her kesî bêtir xwe nîşan bida



Do li gelek bajarên Ewrûpayê meş û protestoyên li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser rojavayê Kurdistanê hebû. Hemû protesto jî qelebalix bûn.

Ev çar roj in kurdên Ewrûpa li dijî dagerkeriya Tirkiyê li li medydanan dengê xwe bilind dikin.

Di xwepêşandanan da tiştê bala meriv dikşîne ji her çar perçên Kurdistanê kurd bi girseyî beşdar in, kurdên nêzî PKKê û yên din bi hev ra neyarê xwe protesto dikin. Ev tiştekî pozîtîf e.


Li alî din bêyî kurdan, li her welatî dostên kurdan yên ewrûpî jî di xwepêşandanan da pir in. Di meşaStockholmê da swêdî pir bûn.

Û medyaya swêdî jî gelkî cî dide meş û xeberên li ser kurdan û Kurdistanê.

Ev herdu tişt, him beşdariya kurdên her çar perçên Kurdistanê û him jî ya ewrûpiyan pir baş e, ciyê kêfxweşiyê ye.

Kurdên her çar perçên Kurdistanê bi hev ra neyarê xwe yê dagirker protesto dikin, li dijî dagirkeriya Tirkiyê tên ba hev. Ev tiştekî pir baş e, dibê bibe û dom bike.

Lê bi dîtina ev têrê nake, Tirkiye bi meş, protesto, beyan, nivîs û rexneyan, xwepêşandanan êrîşa xwe ranawestîne. Ji destê kîjan kurdî çi tê dibê bike.

Ev temam.

Dibê HDP, PKK, KCK û hemû rêxistinên nêz û girîdayî PKKê, îro ji hemû kurdan bêtir çalak bin, li nava Tirkiyê serî hil din, çalakiyan bikin.

Dibê PKK îro ji her kesî û ji her partiyê bêtir xwe nîşan bide. Çimkî ew xurt e. îmkanên wê zêde ne.

Çimkî hêza herî xurt, hêza xwedî kadir û îmkan û organîze PKK ye, dibê ew nuha hemû hêza xwe têxe hereketê û Tirkiyê bihejîne.

Dibê tirk li Tirkiyê werin nerehetkirin, dibê turîzma Tirkiyi zirarê bibîne. Dibê xelk newêribe biçe Tirkiyê.

Ya na, bi meş û protestoyên li Ewrûpayê Tirkiye dev ji plana xwe ya dagirkeriyê bernade.
Lema jî, bi protestoyên li Ewrûpa ra dibê tevger û çalakiyên li Tirkiyê zêde bibin, dibê tirk di warê aborî da zirarê bibînin.

Xebateke din jî ya dîplomatîk û medyayîê ye. Dibê em giraniyê bidin xebatên xwe yên dîplomatîk û medyayî. Dinyayê û medyaya dinyayê ji hovîtiyên artêşa tirk û çeteyên wan yên Daîşê û îslamî agahdar bikin, bi hemû zimanan foto û vîdeoyên şer belav bikin.

Îro roja tifaqa li dijî dijmin e, dibê em gelşên xwe yên siyasî, îdeolojîk û rêxistinî nuha bidin aliyekî. 

Lê di serî da dibê PKK û medya wê dev ji pîşikê xwe yê xerab yê reşkirina hêzên din berde, dibê hevalên PKKê û medya wê dev navêje ji Kurdistana başûr da, bi zimanekî biratiyê alîkariyê bixwaze.

Ji xwe kurdên başûr, hukûmeta Kurdistanê, meclîsa Kurdistanê, serokên hukûmetê û hemû partiyan li hemberî dagirkeriya Tirkiyê tiştê ketiye ser millê wan kirine û dikin, kurdên başûr îro ji yên bakur û HDPê, pirtir li ser nigane, tiştê ji destê wan tê dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE