13 oktober 2019

Destê Trump jî di xwîna kurdan da heye



Donald Trump, em kurd bi xayinî û bi rengekî pir namerdane firotin Tirkiyê. Ev sedîsed wisa ye.

Xwîna nuha leşkerên tirk û qatilên Daîşê li rojavayê Kurdistanê dirjînin, destê Trump jî di wê xînê da heye. 

Ez dibêjim xayinî û namerdane, çimkî di bin ra bi tirkan ra li hev kiribûn û ev yek ji kurdan ra negotin; negotin li çareya serê xwe binêrin, emê vekişin. Em êdî alîkariya we nakin.

Ev yek bi zanetî ji kurdan ra negotin, ji bo ku kurdan bi tenê bihêlin. 


Ji dêlî wê, kurd xapandin, awiqandin, hêviyên ne rast dan kurdan, nehîştin kurd ji xwe li alternatîfên din bigerin.

Û şevekê ji nişka ve gotin bi xatirê we em paş da vedikişin.

Berê êrîşa Tirkiyê ji kurdan ra gotin hebûna mewziyên we li ser sînor tirkan tahrîk dike, tirk vê yekê dikin hincetê êrîşê. Ji bo ku em êrîşa tirkan bisekinînin û devê wan bigrin, mewziyên xwe ji ser sînor rakin. 

Û kurdan jî bawerî bi wan anî û mewziyên xwe ji ser sînor rakirin. 

Tu nabêjî ev yek bi xayintî kirine, ji bo ku tirk rehet dest bi êrîşa xwe bikin.

Nuha hin leşkerên emerîkî dibêjin ji bo rê li ber leşkerên tirk vekin, ji bo ku muqawemet li pêş wan çê nebe, bi zanetî kurd xapandin û mewziyên ser sînor bi wan dan rakirin.

Û ciyên mewzî lê mabûn jî kordînantên wan dane tirkan û tirkan jî di dema êrîşê da ew mewzî hemû bombebaran kirine.

Bênamûsiyeke ji viya mezintir tuneye. Bêşerefan bi rû dost bûne, lê di bin ra ajanên tirkan bûne.
Merivekî şerefa wî hebe bi hevalê xwe yê di sengerê da vê xayintiyê nake. 

Lê Trump û merivên bi kurdan ra kirine. Ev îxaneta Trump bi kurdan ra kir, di tarîxa Amerîka da îxaneta herî mezin e.

Helbet dibê meriv di vir da ne hemû Amerîkayê, Trump û îdareya wî rexne bike. Amerîkiyên, bi sedan siyasetmedar û senatorên piştgiriya me dikin û li dijî Trump in jî pir in.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE