21 oktober 2019

Camêr gotineke tam li gorî paşnavê xwe kiriye

Ahmed Turk


Ahmet Turk di rojeke wek ya îro da bêyî ku şerm bike, gotiye:
"Berê kurdan bi Tirkiyê da ye !"

Paşnavê wî "Turk" e, yekî tam layiqî wî paşnavê xwe ye.
Ez vê bêxîretiya wî didim xatirê zarok û malbata wî û jê ra tiştekî din nabêjim.

Lê bi rastî jî yekî tam li gorî paşnavê xwe ye, kurdekî tam tirk e. Paşnavê "Turk" tam lê tê. 


Tiştê dewleta tirk anîye serê wî û malbata wî, bianiya serê dînekî beradayî berradayî, ewê di rojeke celadên tirkan kurdan wek pez û mirîşkan şerjê dikin da ev gotin nekira. 

XXX
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê gotiye:

”Piştî 120 saetên din li vir ewê yek YPG/PKK nemîne. Em li sahê her tiştî dibînin, emê tiştê hewce bikin. Bi vê hereketê hedefa me 444 kim heta sînorê Îraqê ye…”

Yanî hedefa Tirkiyê dagirkirina hemû rojavayê Kurdistanê ye. Û dû ra jî ewê hemû kurdan ji wir derxin û 2-3 milyon ereb li Kurdistanê, di gund û bajarên kurdan da bi cî bikin.

Piştî demeke din jî ewê bi eynî hincet û sebeban îcar êrîşî başûrê Kurdistanê bikin û Kurdistana Federe jî hilweşînin.
Hedefa tirkan ev e.

Çavuşoglu jî, Kalin jî îro ev hedefa Tirkyê pir vekirî diyar kirine.

Kurdistana Federe û hemû kurdên din gerek vê hedefa tirkan ya qirkirina kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê bibînin û tavilê bi hev ra hereket bikin.

Dibê partî û serokên kurd vê hedefa tirkan bi lez bi dinyayê bidin fêmkirin.

Tiştê tirk nuha li rojavayê Kurdistanê tînin serê kurdan misqalekê jî ji jenosîda êrmeniyan ne kîmtir e.

XXX

Vîdeoya wahşetê !

Çeteyên tirk li Serê Kaniyê li ber çavên hemû dinyayê bi allahu ekber, allahu ekber kurdan wek pez şerjê dikin û vîdeoyê wê jî belav kirine.

Min nexwest vîdeoyê belav bikim...

Wahşeteke mezin e!

Gerek Neteweyên Yekgirtî û dinya midaxeleyî vê wahşetê bike, gerek ev qesab û celadên tirk werin sekinandin.

Keseên bi îngilîzî, fransî, almanî, îspanî zanin, rica min ji we, wan vîdeoyan bi van zimanan belav bikin, haya medyaya dinyayê bigihîninê.

XXX

Li gorî ankêtan piştî êrîşa Tirkyê ser rojavayê Kurdistanê û qetilkirina çend sed kurdî û koçberkirina 300 hezar kesî, piştgiriya Erdogan di nava tirkan da bilind bûye.
Tirk bi kuştina kurdan kêfxweş bûne, lema jî pirtir ji Erdogan hez kirine.
Rast e, tirk dixwazin Erdogan hemû kurdan bikuje.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE