30 oktober 2019

Bi temaşekirina li Erdogan dinya şaşiyeke pir mezin dike



Serê saln e me ji dinyayê ra digot em li hemberî dewleteke irqçî, faşîst û ji hemû wesfên mirovahiyê bêpar şer dikin, kesî bawer nedikir, dinyayê xwe kerr û lal dikir. 

Lê nuha li rojavayê Kurdistanê her kes dibîne Tirkiye dewleteke çiqasî wahş û faşîst e, ew Daîş bi xwe ye. Dibê dinya vê rastiyê bibîne.



Tirkiyê bi hezaran qatil û celadên îslamî, Daîşê xistine nava gund û bajarên rojavayê Kurdistanê û qetlê dike, kesên êsîr digrin dikujin, heqaret û îşkeceyên hovane li wan dikin. 

Û vîdeoyên van hovîtiyên xwe jî belav dikin. Ji bo ku dinya bibîne ew çi wahş û dirinde ne, hov in.

Bêbextiya Trump û Pûtîn me kurdan ra kirin li ser me pir buha rûnişt, lê Ewrûpa jî ewê bedelekî mezin bide, Erdogan nasekine, ewê hemû rojavayê Kurdistanê bixwaze û dû ra jî hin der û welatên din.



XXX
Tirk dixwazin bi teror û zalimiya xwe, bi serîjêkirinê, bi kuştinê, bi qatil û celadên îslamî yên di bin destê xwe da kurdan û dinyayê teslîm bigrin.

Lê ewê bi ser nekevin, însanîyet tu carî teslîmî dîktatoran û zorbatiyê nebûye. Erdogan jî ewê hesabê van cînayetan bide.

XXX

Hin siyasetmedar û rojnamevanên ewrûpî Daîşê ji Tirkiyê cihê nîşan didin, ev şaş e, Daîş hêzeke girêdayî artêşa Tirkiyê ye. Çete û qatilên li rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan şer dikin terorîstên Daîşê ne, Tirkiyê navên cihê li wan kiriye, vir e, hemû çeteyên Daîşê ne.


Nav ne muhîm e, ji bo xapandina dinyayê Tirkiyê navê cihê li wan kiriye. Hemû xwedîyê eynî îdeolojiya îslamî ne.
Gerek dinya bi navên cihê nexap e.


XXX

Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê, yasaya cezakirina Tirkiyê bi 403 rayên erê û 16 rayên na qebûl kir.
Li hemberî êrîşkariya Erdogan gaveke baş e, lê ev yek birîna me nakewîne.

Dibê Tirkiyeya dagirker ji rojavayê Kurdistanê derkeve û kurd vegerin cî warên xwe û hesebaê van qetlîaman ji Erdogan û çeteyên li dora wî were pirsîn.

XXX

Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê pêşniyara Jenosîda êrmeniyan bi 405 erê û 11 na, rayan qebûl kir.
Bi derengî be jî biryareke baş e.
Amerîka bi vê biryarê jenosîda sed sal berê mahkûm dike, lê belê destûrê dide tirk li ber çavê wan kurdan qir bikin, yanî ji jenosîda nuh ra dengê xwe nakin, lê temaşe dikin.

XXX
Hin rojnameyên tirk manşet avêtine, gotine "YPGê el Bexdadî biriye Idlibê."
Dijminên me pir namerd û bêheya ne.
Meriv hewqasî jî bêşeref nabe.
Sofî di êxur da xwe li mankerê diboqand, şaşik ketibû ser çavan, ji heyecanê nizanîbû manker derketiye der, gava dît manker ji êxur derketiye û xelk lê temaşe dike, li dora xwe nêrî û got "kê kîrê min kiriye vê mankerê?"
Yê tirkan jî bûye ew mesle, el Bexdadî di mala wan da hatiye girtin, dibêjin YPGê biriye wir.
Bi derewên wiha mistewa û qerekterê xwe nîşanî dinyayê didin. Tirk ne tu meriv in, pir rezîl û bêheya ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE