12 oktober 2019

Bêbextiya bi henekekê derket ortê

Linsey Graham


Du rojnamevanê rûs, Alekesey Stolyarov ve Vladimîr Kuznetsov, bi naznavên ”Lexus ve Vovan” jî tên nas kirin. 

Alekesey Stolyarov ve Vladimîr Kuznetsov, bi henekên xwe yên telefonê pir meşhûr in. 

Bi navê sexte telefonî xelkê dikin, bi wan ra dipeyivin, pirsan ji wan dikin û dû ra jî belav dikin.

Van herdu kesan, di dawiya meha tebaxê(axustosê)da telefonî merivê herî nêzî Donald Trump, Lindsey Graham kirine û xwe wek wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar dana naskirin, gotine Hulûsî Akar dixwaze bi Lindsey Graham ra bipeyive.

Sekretera Graham ban wî dike û Graham bi yekî ra dipeyive. Roja din dîsa telefon kirine, dîsa dûr û dirêj peyivîne.

Ji gotinên Lindsey Graham diyar dibe:

-Yek, Trump ji li dijî hevkariya bi kurdan û bi PYDê ra ye û ew hevkariya Obama bi kurdan û bi PYDê ra kiriye pir şaş dibîne û dixwaze ji dev jê berde. Trump, bi ji dil li dijî kurda ye û dostê Tirkiyê û Erdogan e.

-Dudu, Trump ji Erdogan pir hez dike û dixwaze bi kesên wek wî xurt ra bixebite.

-Sisê, Trump li dij e Tirkiye di warê aborî da were cezakirin. Xeberên ji Qesre Sipî li ser cezakirina Tirkiyê di warê aborî da hemû dezînformasyon in, Trum tiştekî wiha wek dînîtiyekê dibîne.

-Çar, di mesela Zarrab da jî Trump alîkariya Tirkiyê kiriye, nehîştiye mesele zêde mezin bibe û zirarê bide Tirkiyê û Erdogan.

-Pênc, meriv ji van gotinên Graham fêm dike Amarîkayê destûra êrîşê daye Tirkiyê. Bi îhtîmaleke mezin Rûsya jî tevî vê bazarê ye.

-Pênc, heger muxalefet û reaksiyona dinyayê mezin nebe ewê hemû bajarên Kurdistana rojava wek Kobanê û Şirnexê wêran bikin û dû ra Amerîka, Rûsya û Çîn bi yev ra nuh ve ava bikin. Sebebê Çîn di Konseya Ewlekariyê da li dijî şermezarkirna Tirkiyê derket ev e, Çîn jî ewê ji pastê para xwe bigre.
Yanî heger hin tiştên ne di hesêb da çê nebin, ewê bihêlin Tirkiye hemû Kurdistana rojava wek Efrînê dagir bike, Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşlo yanî  hemû bajarên berxwedan lê çê bibe, ji kok da wêran bikin û bi sedhezaran xelkê kurd jî mecbûrî koçberiyê bikin.

Plan û programa Tirkiyê ev e, di vî warî da okeya Amerîka, Rûsya û Çînê girtine, îcar ev hesabê tirkan ewê here serî, nere serî ew tiştekî din e. Lê dibê kurd û PYD vê yekê bizanibin...

Bi kurtî meriv ji axaftina Graham fêm dike amerîkî bi zanîn serî li kurdan gerandine, nehîştine kurd li riyeke din û li alternatîfekî din bigerin, kurd xapandin. Ev jî namerdîyeke mezin e. 

Bi baweriya min di vir da sûcê PYDê tuneye, dewletek bêbextiyê, namerdiyê dike. Bi rû xwe dost nîşan dane, lê di bin  ra hevalê Tirkiyê bûne. 

Min qismek ji axaftina Graham kir kurmancî:

Lindsey Graham  di axaftinên xwe da dibêje, ”Gelşa we ya YPGê pir mezin e. Min ji serok Trump  ra got, hevkariya Obama ya bi kurdan ra pir şaş bû. Tiştê ez jê ditirsiyam hemû rast derketin. Nuha dibê em Tirkiyê ji vê tahlûkeyê biparêzin. Sempatiya min ji siyaseta we ya YPGê ra heye. Serok jî wiha ye.”

Senator Graham, qala mesela Reza Zarrab jî dike û dibêje, ”Trump naxwaze ev mesele zirarê bide têkiliyên Amerîkayê û Tirkiyê û di vî warî da çi ji destê wî tê dike û dixwaze bibe alîkarê Tirkiyê. Wek şexs Ez Erdogan pir diecibînim. Trump jî wisa ye. Erdogan merivekî bi hêz e, dibê em bi merivên bi hêz ra peymanan çê kin. ”

Graham qala ambargo û cezakirinên aborî jî dike û dibêje, ”em li dijî ambargo cezayên aborîne, ji dêlî wê em dixwazin bi Tirkiyê ra tîcareta serbest bi pêş xin. Serok Trump ji min ra çi got ez wiya ji te ra bibêjim:

”Ez naxwazim Tirkiya mitefikê xwe ceza bikim. Min hevalên xwe yên komarî di vî warî da îqna kirin. Ez dixwazim bi Tirkiyê ra tîcareta serbest bi pêş xim. Ez dixwazim Tirkiyê paş da bigrim programa F-35a. Nuha S-400 ne di rewşeke aktîv da ne. Ji bo wê jî mesela cezakirinên aborî tuneye. Û hêvî dikim hûn bi artêşa me ra di mesela kirîna S-400an da li hev bikin. Bi vî hawî em kanin di mesela tîcareta serbest da jî li hev bikin. Riya başbûna têkiliyên me dibê em aboriyên xwe bi hev ra bizewicînin. Ez wisa difikirim. Evy ek ewê lîrayê stabîlîze bike û têkiliyên me bêtir bike stratejîk. Lê heger Tirkiye S-400î aktîv bike û kesên din jî bixwzin S-400î bikire, ev yek ewê zextekê bide ser tifaqa me. Di vî warî da em pir zelal in.”

Graham di axaftina xwe ya roja duyem da jî dibêje:

”Gelek hevalên min pêkanîna cezayên aborî dixwazin. Min ji serok ra got, em ne mecbûr in wiha bikin, dibê em tiştekî wiha nekin. Dibê em bi Tirkiyê ra têkiliyên xwe baş bikin. Serok ewê li dijî cezakirinan raweste. Dibê hûn di mesela F-35a û tîcareta serbest da ji bo lihevkirinê bi serok ra bipeyivin.
Ez ji mitefîkiya Tirkiyê pir memûnûn im. Di mesela Daîşê û hin meselên din da hûn gelkî bûn alîkar. Serok Trump li ser pêşxistina tîcareta serbest xwest ez bi Erdogan ra bipeyivim. Heger tu dixwazî ez kanim di nabêna herduyan da axaftineke telefonê eyar bikim û ezê jî li wir hazir bim. Ji serok serokkomar Erdogan ra bibêjin, serok Trump naxwaze Tirkiyê di warê aborî da ceza bike. Ew, tiştekî wiha wek dînîtiyekê dibîne. Ez bi xwe jî cezakirineke aborî wek dînîtiyekê dibînim."

Dibê her kurd vê belgeya bêbextiya Trump û ekîba wî bixwîne û li dinyayayê belav bike. Ev bêbextîya Amerîka wek bêbextiya Peymana Cezaîrê ya sala 1975a ye. 

Lînka xeberê ya di malpera Dîken da

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE