29 oktober 2019

Ax ji derdê nezaniyê !



Ji ber nezaniya xwe ji do da ye ez bê înternet bûm û bûbûm wek zarokê ji şîr vebe.

Min zêde tahamul nekir. Ez nuha bi şîrketa xwe ya internetê ra peyivîm. Min bi gazin got ji do êvarî da ye înterneta min tuneye, ev çi mesele ye ? Çima tuneye?

Xortê teknîsiyen ji min ra got rast e,  li herêma we tahmîrat heye, em hin tiştên xetê nuh dikin. Ewê sibe saet di 006.00a da biqide. Lê bi roj înternet heye, dibê tu routera xwe bidî xebitandin, restart bikî.

Teknîsîyen ji min ra çi got min wer kir û bi rastî înternet xebitî. 

Yanî nuha dîsa hemû cîhan, facebook, twîtter, filan û bîvan hemû li ber ber min in, dilê min kîjanê bixwaze wek berê kanim lê binêrim, bixwînim û binivîsim. Weleh xêra Xwedê ye.

Her tişt dîsa çû ser qeysa berê.

Lê bi şev ewê dîsa heta destê sibê qut bibe.

Dema min telefon kir, destpêkê ez hinekî bi wan da xeyidîm. Camêrê teknîsiyen bi zimanekî nerm ji imn ra got ”di malpera me da agahdarîya li ser tahmîratê heye, heger tu appa me daxînî, tu kanî înformasyona me daye mişteriyên xwe bixwînî.”

Min nezaniya xwe zêde neda der, min negot ”ez nizanim app mappan daxînim…”, min got baş e û xatir jê xwest.

Lê dû ra min li malpere şîrketa xwe nêrî camêr rast gotiye, agahiyeke xweşik dane, gotine ji bo xetnê nuh dikin û ewê kînga dest pê bikin û kînga biqedinîn û gava înternet nexebitî dibê meriv routera xwe restart bike.

Bi Xwedê nezanî ne baş e, lê gava meriv tiştekî nuh jî fêr dibe ew jî gelkî xweş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE