02 september 2019

Xofa kuştinê êdî ketiye dilê tirkên îslamî jî


Li Tikriyê êdî ne kurd tenê, tirkên spî, kesên heta do wezîr û serokwezîr bûn jî ji ruhê xwe ditirsin, êdî ew jî newêrin bi dilekî rehet serên xwe deynin ser balîfê xwe, xofa kuştinê ketiye dilê wan jî.

Nivîskarê rojnameya Aydinlikê Îsmet Ozçelîk li ser avakirina partiya nuh gotiye, ew bi kesên nêzî Alî Babacan ra peyivîye û jê ra gotine ”Babacan mirin jî girtiye çavê xwe.”


Dibêje min ji wan ra got, ”Babacan nare herbê, dike partiyekê ava bike, ji bo çi ewê mirinê bigre çavê xwe?”

Muxatabên pirsê newêrîbûna bersîvê bidin.

De îcar heger Alî Babacan ji ruhê xwe bitirse, wê demê li Tirkiyê yê ji ruhê xwe natirse tuneye û rastî jî ev e; li Tirkiyê êdî kes rehet ranakeve û kes nizane sibe ewê çi were serî…
Û ji vê rejîmê ra hîn jî nabêjin faşîzim…

XXX
-Ji bo dewranên werin ehmeqiyên vê dewrê bi qasî zanînê muhîm in.

Çimkî însan ne tenê ji zanînê, ji ehmeqiyên pêşiyên xwe jî ders û tecrûbê digrin.

XXX
Ahmet Davutoglu çend roj berê got, ”Heger defterên terorê vebin, gelek însan ewê nikanibin li ruyê kesî binêrin.”

Lê tu tişt îfşa nekir.

Maneya xwe berpisiyarên hukûmetê gelek sûcên bêqanûnî kirine û dane kirin. Û haya Davutoglu jî ji van sûcan heye. Helbet sûc jî hemû li hemberî kurdan hatine kirin. 

Lê mêrik xwe jê bêrî dike. Ev ne rast e, Davutoglu ne tenê ji hin sûcan haydar e, bi qasî wan, ew jî sûcdar e.

XXX
Carnan musîbetek ji hezar nesîhetê baştir e, tesîreke baştir dihêle. 

Ez dibêjim diyariya Ekrem Îmamoglu da Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û HDPê ji bo naskirina herdu seriyan jî baş bû.

Kurdên di nava HDPê da ne lê belê dilê wan ji bo kurd û Kurdistanê lê dide bi vê bûyerê him Ekrem Îmamoglu hinekî din nas kirin û him jî HDP.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE