07 september 2019

Rismekî bindestiyê û rewşa me ya nuha



Di twîtterê da malpereke bi navê "Nadîr Tarîhî Fotograflar", fotografekî bi rastî jî tarîxî û hewqasî jî trajîk belav kiriye. 

Li ser sînorê nabêna Nisêbînê û Qamîşloyê çend jinên nisêbînî li ber têlên sînor bi hoperlorê bi merivên xwe yên li wî aliyê sînor, li Qamîşloyê ra dipeyivin.

Li gorî Nadîr Tarîhî Fotograflar gotiye, foto di sala 1974a da hatiye girtin.

Hêzên dagirker gava welatê me dagir kirin li hin deran sînor di nava gundekî ra derbas kirin, nîvê gund ket bin destê Tirkiyê û nîvî jî ket bin destê Sûriyê. 


Li hin deran nîvê malbetekê ma li ser xetê û nîvê din jî ma li bin xetê, birayek, xwehek ket bin destê Sûriyê û yek jî ket bin destê Tirkyê.

Ji bo wê jî wek di vî rismî da jî tê dîtin, ferdên malbetên ji hev hatibûn qetandin di cejnanan/eydiyan da bi hoperloran bi hev ra dipeyivîn. 

Çimkî Tirkiyê her tim destûr nedida kurd bi azadî herin û wrin.

Ji bo rê li ber çûn û hatinê bigrin Tirkiyê di sala 1956a da seranserê sînor mayin kir.

Lê nuha kurd êdî nikanin bi hoperloran jî bi hev ra bipeyivin. Çimkî Tirkiyê seranserê sînor dîwarê beton lê kiriye. 

Û ew jî ne bes e, dixwazin çend milyon ereb di nabêna kurdên serxetê û binxetê da bi cî bikin, ji bo ku him têkiliya kurdan ji hev qut bikin û him jî Kurdistanê bi kemberên ereb û tirkan ji hev biqetînin.

Tirk ji me ra tiştên pir xerab û pir tahlûke plan dikin. Heger bikanibin planên xwe bi cî bînin li bakur û li rojavayê Kurdistanê hebûna me dikeve tahlûkê, îhtîmala li van herdu beşan me biqedînin pir zêde dibe.

Yanî hebûna me di tahlûkê da ye. Gerek partiyên kurd, siyasetmedarên kurd li gorî vê plana tirkan ya qirkirina me hereket bikin û li gorî wê çi ji destê me tê em bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE