11 september 2019

Îro em dîsa seyar bûn



Îro wexta xanimê li ba tuxtor hebû, min ew bi tenê neşand. Bi tenê here wenda bibe, piştî vî umrî ez nikanim yeka din bibînim. Ji bo wê jî dibê ez baş lê miqate bim.

Lema em hev ra çûn.  

Piştî tuxtor, min got xanim hey em ji mal derketine, ka were ez te bîstekê li Stockholma xopan bigerînim, cî û warê te nedîne nîşanî te bidim. Kêfa wê hat, çimkî ew jî ji gerrê hez dike.


Ez ji efendimê xwe ra bibêjim min ew bir herêma Sodermalmê ya Stockholmê, herêma herî kevn, 



kuçe û derên herî meşhûr, cî û meskenên turîstan û evîndaran. Em çûn Bastugatan û Monteliusvagen û kuçe û kolanên li dora wan. 

Em çûn parka nivîskarê karkiran yê bi nav û deng  Ivar Lo-Johansson, me mala wî dî û rismekî heykelê wî jî kişand. 

Di nabêna salên 1990-2000î da min çend berhemên Ivar Lo xwendin û gelkî kêfa min jê ra hatibû. Nivîskarekî ji malbeteke feqîr bû û gelek feqîrî dîtibû û lema jî bûbû nivîskarekî çîna karkir.  "Şev baş dinya", romana Ivar Lo ya herî meşhûr e, 



Şansê me hebû, îro baran jî nebarî, em tam 3 sat û nîvan geriyan. Helbet me li pastaxaneyeke kevn û populer jî bi qahweyeke swêdiyan ra westa girt.

Hewqas ger û seyran bê risim nabe, me çend risim jî girtin. 

Ne ji xanimê bûya mine gelek rismên din jî bigirtana lê nedihîşt, tim digot “bes e, bimeşe…”

2 kommentarer:

  1. 😂😂👏🏻👏🏻👏🏻🌹🌹🌹😂😂👏🏻👏🏻👋👋
    Siheta we xweş!

    SvaraRadera

PARVE BIKE