07 september 2019

Heta ewrûpî ev tirsonek bin Erdogan ewê tim pera di ser serê xwe ra bavêje



28 welat endamên Yekîtiya Ewrûpayê ne. 28 welat xûgiyê (xeracê) didin Erdogan ji bo ku çend milyon koçberên di bin destê wan da ne neşînin ser Ewrûpayê.

Tirkiyê bêyî erebên Sûriyê, herî kêm du milyon jî afrîkî, afgan, pakîstanî, bengalî, îranî, îraqî û ji hin welatên din li Tirkiyê kom kirine û bi riya wan ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê û ji Neteweyên Yekbûyî jî alîkariyê digre.

Her cara perê wî diqede ya jî jê ra pere lazim dibe, Yekîtiya Ewrûpayê bi şandina van koçberan ditirsîne û jê çend milyar Euro digre.


Erdogan baş fêm kiriye ewrûpî pir tirsonek û fisek in, bi gefekê ew kane wan bibizîne û xûgiyê ji wan bigre.

Û digre jî.

Lema jî gava jê ra pere lazim dibe, gefê li Yekîtiya Ewrûpayê dixwe, dibêje heger hûn çend milyar Euroyê din jî nedin ezê tiliya xwe li çavê we xim, ezê hemû sînorên we tarûmar bikim, ezê dewletên we wek holikan bi ser serê we da bihedimînim. 

Û Yekîtiya Ewrûpayê jî ji tirsa dikve hev, bi xwe da ber dide, dibêje "temam, emê  meblaxê xûgiyê zêde bikin, tu çi dixwazî emê bidin. 

Lê em ketine bextê te derî veneke, em gune ne, tu çi bixwazî emê bidin te…"

Helal be ji Erdogan ra, serokên 28 welatên Yekîtiya Ewrûpayê gava dengê wî dibihîzin ji tirsa wî bi xwe da dimîzin. Yek serokekî ewrûpî newêre Erdogan rexne bike, peyveke ne li gorî dilê wî jê ra bike. Ew zanin Erdogan ewê wan perîşan bike.

Lema jî hemû serokên welatên Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî Erdogan bûne pisik, ew çi dixwaze, bi zêdayî didinê. Nuha ewê çend milyarên din bidin Tirkiyê. Piştî Erdogan got ewê deriyê xwe vekin û çend milyon koçberên li Tirkiyê komkirine bişînin ser Ewrûpayê, Yekîtiya Ewrûpayê got, derî venekin, emê mîktarê alîkariyê zêde bikin.

Heta serokên ewrûpî ev tirsonek û sisek bin, tirk ewê li ser pişta wan bijîn…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE