07 september 2019

Fedî



Hakim hinekî hêrs ji diz ra got:
-Ma tu nizanî dizî şerm e? Meriv nakeve neqeba xelkê û malê xelkê nadize. Gava te ev kar kir te qet ji xwe fedî nekir?
Diz bi hustuxwarî û bi zimanekî feqîrokî got:

-Min çawa fedî nekir hakim beg, ji bo ku min pir fedî dikir, min maskê kiribû serê xwe.


Diyalog
Pûlis xortê serxweş girt û ji bo edresa wî fêr bibe jê pirsî:
-Tu li ku dimînî?
Xort: Li ba diya xwe dimînim.
Pûlis: diya te bi kê ra dimîne?
Xort: Bi min ra dimîne.
Pûlis: Baş e, hûn giş li ku dimînin, li ku dijîn?
Xort: Li mal dimînin.
Pûlis: Heyra mala we li ku ye, wê bibêje?
Xort: Mala me li hinda mala cîranê me ye.
Pûlis: Mala cîranê we li ku ye?
Xort: Ez bibêjim tu yê bawer nekî.
Pûlis: Bibêje…
Xort: Li hinda mala me ye.

Ez bûm yahûdî
Mele ebû Abdallayê ereb li ber mirinê bû, niqika xwe ya dawî davêt. Êdî devê wî nedigeriya, bi zor ji jina xwe ra got:
-Ya welê Xemsa, min dîn guhert, ez bûm yahûdî…
Xemsa matmayî ma û got:
-Tu xurifî yî çi ye, li ber mirinê te guhertina dîn ji ku derxist?
Mele got:
-Hişê te naçe ser van îşan, ji dêlî erebek û musilmanek ji dinyayê kêm bibe, bira yahûdiyek/cihûyek kêm bibe.

Kêfa wezîrtiyê
Wezîrekî tirk miribû û serokwezîr parlamenterekî din di dewsa wî da kiribû wezîr. Mêrik ji kêfa firiya û ji bo mizgîniyê bide xanima xwe, tavilê telefonî wê kir û bi heyecanek mezin jê ra got:
-Xanim, ma tu dixwazî bibî jina wezîrekî?
Jinik li hembrî pirsê matmayî ma, hinekî fikirî û got:
-Ya kîjanî ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE