17 augusti 2019

Spas ji te ra twîtt !



Twîttê hin fonksîyonên pir baş li xwe zêde kirine. Min nuha bala xwe da fonksiyonên nuh û rûpela statîstîkan. Ev cara pêşî ye ez lê dinêrim. Ez ne şarezayê teknîkê û van tişta me.

Ez twîtterê û facbookê pir bi sînor bi kar tînim, dest nadim hemû fonksîyonên wan, tiştên xwe belav dikim û tiştên xelkê dixwînim.


Li gorî statîstîkên malpera min, di meha tebaxê da min 172 twîtt nivîsîne, şirove kirine. 

Twîttên min 227 caran hatine nîşan dan. 

Profîla min 2699 caran hatiye ziyaretkirin.

Hinekên din 162 caran qala navê min kirine, navê min di twîttên xwe da zikir kirine.

Di meha tebaxê da 171 şopînerên min zêde bûne.

Nuha 6050 şopînerên min hene.

Twîtta min a herî pir hatiye ecibandin û rt kirin ya li ser girîngiya xwendina kurdî bûye, ”bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse.”

Nivîs ev e:
Bi kurdî bixwîne, binivîse. Kî zane belkî rojekê tu bibî nivîskarekî mezin Li dinyayê tu nivîskarekî mezin berî binivîse nizanîbûye ewê eserên nemir binivîse û bibe nivîskarekî mezin Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî berî binivîsin tunebûn, piştî nivîsîn bûn Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî...

Rismê herî bêtir hatiye ecibandin jî ev rismê min û xanimê bûye.


Camêran e vinformasyon hemû belaş dane. Mala wan ava ve. Ji bo însaniyetê xizmeteke pir baş dikin.

Rismê minê herî pir hatiye ecibandin, rismekî min û xanima min e.

Yanî camêran ji min ra ta bi derziyê ve kirine û dane ber destê min, gotine fermo bixwîne. Û ev agahî hertim nuh(update) dibe.

Weleh xêra Xwedê ye, hewqas xizmet mift û belaş dikin.  Û vê xizmetê ji her kesê twîttê bi kar tîne ra dikin.

Mala te ava twîtt, Xwedê tebaîşê we be, yekê we bi hezar be…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE