15 augusti 2019

Li Zanîngeha Mêrdînê beşê kurdî girtin


Zanîngeha Mêrdînê, bi navê wê yê din ”Zanîngeha Artukluyê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Zindî, yanî biryara girtina beşê zimanê kurdî da.

Yanî dawiya xapandinê û derewan hat. 

Hukûmeta AKPê 10 sal berê li Zanîngeha Mêrdînê ev beşê kurdî ji bo xapandinê û armancake siyasî vekir. Lê nuha dawiya xapandinê û fêlbaziyê hat, lema jî digrin.


Ji xwe ji destpêkê diyar bû xapandin e, taktîk e, ji bo demekê ye, ya na ewê bingeheke wê ya qanûnî hebûya. 

Ji bo ku dilê wan kînga xwest bigrin ne bi qanûnekê, bi biryareke siyasî li Zanîngeha Mêrdînê û dû ra jî li çend zanîngehên din beşên kurdî vekirin. 

Nuha jî dawiya xapandinê û fêlbaziyê hat û bi biryareke siyasî digrin.

Hin kes Rektorê Zanîngeha Mêrdînê Prof. Ahmet Agirakça rexne dikin, biryara girtinê dixin hutuyê wî û senatoya zanîngehê. Lê ne rast e, ev biryara serokkomar Erdogan e bi xwe ye. Erdogan nexwaze, ew nebêje bigrin ji bavê Agirakça zêdeye biryara girtinê bigire.

Senatoya zanîngehê biryara girtinê ji Saziya Bilind a Perwerdeyê ra şandiye. Saziya Bilind a Perwerdeyê jî bêguman ewê daxwaza zanînghê qebûl bike.

Hêdî hêdî ewê hîn tiştên din jî yasax bikin.

Ez meraq dikim kurdên îslamî yên tim ji Erdogan ra dilîrînin piştî vê biryarê ewê çi bibêjin?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE