15 augusti 2019

Kurdî di nav zimanên dinyayê da di rêza 9a da ye



Li gorî zanyariyên Wikipediayê belav kiriye li dinyayê zimanê ji alî gotinan ve herî pir dewlemend îngilîzî ye û kurdî jî di rêza 9a da ye.
Tirkî di rêza 20a da ye. 

Yanî kurdî ji alî gotinan ve ji tirkî pir dewlemendtir e.
Lê çi heyf gelek kurd hîn vê yekê nizanin û lema jî heyranê tirkî ne û zimanê xwe biçûk dibînin. 


XXX
Tirk çi bikin, 77 firildaq û dek û dolabên dinyayê bigerînin jî
emê zora wan bibin.
Heqî, zû dereng zora neheqiyê dibe. Tirk ji erd heta ezmên li ser me neheq in û çavsoriyê li me dikin. Lê wiha dom nake, emê bi ser kevin.
Yên rezîl û riswa bibin kesên bûne zilamên dewletê.
Heyf!

XXX
Hin însanên wiha hene ne mimkûn e tu ji wan hez nekî, çimkî bi her tiştên xwe laqiqî hezkirinê ne.
Lê hin însan jî hene ne mimkû n e tu ji wan hez bikî, çimkî bi her hawî misteheqê naletê ne.
Merivê herî pîs kesê dibe hevalê hêzên dagirker û dixwaze bindest bimîne.

XXX
Ji bo ku em kurd in nayê wê manê emê qet hev û du rexne nekin, kêmasî û şaşiyên hev nebêjin. Tiştekî wiha ne karê aqil e.
Lê rexnekirina belasebeb, kirina gotinên çort jî ne xweş e, dibê meriv li ciyê rehetiyê dilê hev nehêle, ji ber ku fikrê meriv cihê ye bela xwe di hev nede.

XXX
Hûn bi kê ra digerin, bi kê ra hevaltiyê dikin baş dîqet bikin. Çimkî bilbil dibe ser gulê, qijik dibe ser sergo.
///Mewlane

XXX
Meriv kane ji partiyekê, ji şexsekî, ji siyasetmedarekî, ji serokekî siyasî hez bike.
Lê dibê ev hezkirin nebe sebebê meriv şaşiyên wî û wê partiyê biparêze.
Bêdengmayin dîsa rê tê heye, meriv kane îdare bike, lê parastina şaşiyê û karê ne baş xelet e, ne rast e, dibê meriv neke

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE