17 augusti 2019

Gerek em ji welatê xwe hez bikin


Heta ez sax bim, heta ev ruh di vê bedena kal da hebe ezê ji bo sazadiya te û gelê xwe bixebitim, binivîsim welato !

Welato, ez, bi milyona kurd ji te hez dikin, em dildarên te ne. Emê te ji bindestiyê rizagar bikin. Me soz daye te û xwe. Bi sedhezaran kurdên canfîda ji bo rizgarbûna te dixebitin, bi hêzên dagirker ra di şer da ne.


Welato, tu xewna me, evîna me, maneya hebûna me yî. 

Hezkirina welêt wek hezkirina dê û bavê ye, însanê bi wefa ji dê bavê xwe û ji welatê xwe hez dike.
Însan ne bê dê û bav dibe û ne jî bê welat.

Xelkê welatê me ji me sitendiye, em bûne bindestê faris, ereb û tirkan. Dibê em welatê xwe ji nava lepên dijmin derxin. Ji bo wê bixebitin.

Dibêjin H.Elî gotiye:
”Dijminekî bi şexsê we xerabî kir efû bikin, lê belê yê bi miletê we û bi welatê we xerabî kir efû nekin.”

Kê gotibe gotineke pir rast e. Dibê dilê me li kurdên bi welatê xwe ra xiyanetê dikin û dibin hevalê dijmin sipî nebe, em wan efû nekin.

Em di rojên herî xerab da jî bêhêvî nebûn û me dev ji micaddelê berneda.
Em îro jî ne bêhêvî ne. 

Şertên me zor in, dijminên me pir in û xurt in. Feqet bawerî û îradeya me ji wan xurttir e. 

Ji bo wê ye em heta nuha man, neqediyan.

Tarîxê bibe şahid, emê zora zaliman û dagikeran bibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE