08 augusti 2019

Erdogan dostên me zêde û karê me rehet kir


Xwedê kir îro li Tirkiyê Erdogan li ser hukim e, ne yekî ji wî biaqiltir e. 

Tiştê Erdogan di nava çend salan da aniye serê dewleta tirk ya pînc û faşîst, karê kurdan rehettir kiriye.


Ji ber siyaset û îdeolojiya Erddogan ya îslamîst û antî Amerîkan û antî Ewrûpa dostên me çê bûn û Amerîka û Ewrûpa ji Tirkiyê dûr ketin.

Helbet kurdan bi vê ra bedelekî mezin da. Ev jî rast e. Lê aliyê din yê meselê jî rast e.

Lê ne Erdogan bûya Amerîka, Fransa û Ewrûpa bi vî hawî nedibûn mitefikên kurdan.

Ez dibêjim hêdî, hêdî ewê baş bibe, li Sûriyê jî kurd ewê bibin xwedî desthilat. 

Tirkiye û tirk êdî welat û miletekî her kes li dij e, her kes jê ditirse. kes baweriya xwe pê nayne. Tirk li dijî Amerîkayê û Ewrûpayê ne û hevalên Daîşê û îslamîstan e. 

Tirk nabin mitefikê tu kesî, her kesî dixapînin. Sibe ew û Rûsya jî ewê têkevin gewriya hev.

Ev jî bi xêra Erdogan bû. Hêvî dikim qeza û belayek neyê serê û demeke din jî bijî, vê dewleta faşîst hinekî din jî hev da bixe, qerekterê wê yê irqçî û faşîst, antî-kurd baş derxe ortê.

XXX
Nivîskar û rojnamevanê Uruguayî Eduardo Galeano gotiye ”heger neyê tahmdan, lextkirin tu dîktator nakeve.”

Ev yek li her dera dinyayê wiha bûye û li Tirkiyê jî ewê wiha bibe. Ev tahmdan ewê kînga û çawa bibe, mesele ev e. Lê ewê bibe.
Kê bela xwe di kurdan daye bela xwe dîye.

XXX
Qet bêhêvî nebin û ji zûrîna keriyên gurên har yên dora me girtine netirsin, emê azad bibin û Kurdistan ewê çê be, îro be ya jî sibe be, lê zû dereng ewê çê be.

Tiştê lazim e hinekî din xebat, hinekî aqil û hinekî din sebir.
Dinyayê û her kesê bi ûjdan êdî fêm kiriye kurd bêdewlet nabin, kurdan dewlet heq kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE