10 augusti 2019

Dilşadiya qurçimî



Roja pêşî ya zewaca wan bû. Bûkê serê sibê bala xwe dayê zava di nava nivînan da tuneye. Derî hêdîka vekir, mêze kir wa ye mêrê wê sobe dadaye, xurînî hazir kiriye û îşligê xwe utî dike.
Kêfa wê pir ji mêrê wê ra hat, ji xwe ra got wele ez rastî mêrekê qenc hatime û bi kêf û dilşadî dîsa çû ket nava nivînên xwe.

Çend deqîqe derbas bû, zavê hat bûk şiyar kir û jê ra got:
-Were bala xwe bidê, ez her sibe wiha dixwazim…


Çend meh...
Hakim ji jinikê umrê wê pirsî, got:
-Tu çend salî yî?
Jinikê got:
-28 sal û çend meh…
Hakim mizicî, got:
-Mim fêm nekir, çawa çend meh?
Jinikê got:
-Ez 28 sal û 120 mehî me.

Hîva nû 
Xoce Nesredîn rojekê diçe gundekî, bala xwe didê gundî hemû kom bûne û li hîvê dinêrin. Xoce ji xwe ra dibêje:

-Law hela hûn bala xwe bidinê xelk çi qedir dide hîva gundê xwe! Hîva gundê me bi qasî teyştekê ye kes îtîbarê pê nake û lê nanêre, li gundê xelkê hîvikek(hîlalek) biçûk derketiye hemû gundî lê hatine seyranê.

Meyxane
Hevalê kalê elewî rojekê ew bi zor birin nimêja îniyê. Mele di xutbê da xweş dikir, got:

-Ciyekî wer heye li wir ferqa zengîn û feqîran tuneye. Yê xemgîn, bi kul û derd têkevê, bi dilşadî jê derdikve. Kî têkeve wir tê da kêfxweş û bextewa dibe. Li wê derê kêfa her kesî li cî ye, her kes zarşîrîn û sohbetxweş e. Ma hûn zanin vira ku der e?
Kalê elewî got:
-Mele ma ewê ku der be, helbet meyxane ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE