19 augusti 2019

Dibê HDP çi bike?



Wek her kes zane dewleta tirkan îro dest danî ser sê belediyên kurdan û dîsa walî wek qeyûm tayin kirin. 

Dibê HDP çi bike?

Bi baweriya min dibê HDP ji meclîsê vekişe û êdî nekeve tu hilbijartinên parlamentoyê û dev ji ”partiya Tirkîyê" berde û bibe partiyek kurd û Kurdistanî.


Çimkî ji bo me kurdan êdî tu maneyeke hilbijartinên tirkan û parlamentoya wan  nemaye. 

Ji zû da ye ez viya dibêjim û diparêzim. 
 
Gel hildibijêrê, lê dû ra ji wezîfê digrin. 

Îcar madem ewê netîce ev be, ne hewce ye meriv here ser sindoqan û bibe parlamenter û here meclîsê. 

Hilbijartinên belediyan tiştekî din e, dibê meriv beşdar bibe û bira dû ra  bi zor ji me bistînin.

Em welatekî mistemleke ne, dewleta tirkan îradeya me qebûl nake, gava dilê wan dixwaze, nûnerên gel hilbijartine ji meqamên wan diqewitînin û mamûrekî xwe datînnin dewsa wan.

Madem ewê wiha bibe baştir e meriv nebe fîguranê tiyatroya wan ya hilbijartinan.
 
Dibê HDP vê zorbatiya dewletê qebûl neke û ji meclîsa wan vekşe.

XXX
Rejîma îslamîstên tirk ne ji bo kurdan tenê, ji bo hemû cîranên Tirkiyê û heta ji bo Ewrûpayê jî tahlûkeyeke pir mezin e. 

Heta li Tirkiyê Erdogan li ser hukim be ne kurd, ne jî cîranên Tirkiyê û ne jî Ewrûpa ewê tu carî rehet nekin. 

Merivek tenê kane bibe sebebê felekatên pir mezin. Tarîxa Ewrûpa ya nêzik şahidê vê yekê ye.

 XXX
Li hemberî vê çavsorî û zorbatiya dewleta tirkan dibê partiyên kurdî yên din HDPê bi tenê nehêlin, bi HDPê ra bi rengekî demokratîk vê xesba îradeya gel protesto bikin. Bêdengî ewê îktîdarê hartir bike.

XXX
Pîvaz ha sor, ha spî, qaşik cihê be jî tahm eynî ye. 

Tirk jî wiha ne, navê partiyên wan cihê bin jî hemû neyarên serê me ne. 

Dibê HDP dev ji tirkan û xelaskirina Tirkiyê berde û bibe partiyeke Kurdistanî.

Dibê li hemberî vê zorbatiyê hemû kurd bibin yek dest û yek deng.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE