11 augusti 2019

Dayikên berê bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivîn û ew nekirin tirk



Dayikên me ne xwenda bûn, ne xwedî dîpplomeyên zanîngehan bûn, ne femînîst bûn, xwe zane û mezin nedidîtin, lê belê bi tirkî bi me ra nepeyivîn, em nekirin heyranê tirkî. 

Dayikên me zarokên xwe bi kilam û çîrokên kurdî mezin kirin, ne bi tirkî.
 
Dayikên îro xwedî dîplome ne, femînîst in, çelziman in, gava devê wan vebe, çel abûqat jî nikanin yekê bisekinînin. 

Lê tenezul nakin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, zarokên xwe asîmîle dikin, dikin tirk. 

Dayikên tirk zarokên xwe dikin pan-turkîst û neyarên kurdî û kurdan, dayikên me zarokên xwe dikin heyranê tirkî, zarokên yek gotinê bi kurdî nizanin, zarokên nikanin bi kalik û pîrikên xwe ra bipeyivin ji me ra mezin dikin. 

Û zimanê wan jî hirinekê dirêj e...

Ma trajediyek ji viya mezintir heye?

Zirara dayikên kurd didin miletê kurd ji zirara dewltê sed qatî zêdetir û xetertir e. Gava zarok ji dê û bavên xwe kurdî fêr nebin, asîmîle dibin û entegreyî ziman û kultura tirkî dibin. Ev jî îro bi destê jinên kurd dibe.

XXX
”Bêqabîlîyetbûn ne qusûreke, lê belê bêqerekterbûn qusûreke mezin e.”
Herî bêtir dibê meriv ji kesê bêqerekter, hevza xwe bike.

Merivê bêqerekter kane têkeve her kerasî û her boyaxê. Li ba merivê bêqerekter durûtî, bêbextî, îxanet normal e, çimkî bêqerekter e, jê ra çi lazim be wer dike. Kane bibe welatparêz jî, kane bibe hevalê dijmin jî.

Qerekterê hin însanan wek hesin saxlem e û yê hinekan jî wek sabûnê şematok e. Kî xwedî çi qerekterî be heta mirinê wer dimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE