27 augusti 2019

Cahil û cehalet


Cahil gava haya wî ji nezaniya wî, ji cehaleta wî tunebe pir bêedeb, kustah dibe.
Ji bo wê jî meriv nikane bi merivê cahil ra derkeve serî. 

Cahil kane bibêje tu ferq di nabêna tirpê û sêvê da tuneye, meriv kane ji sêvê ra bibêje tirp.


Gava tu îtîraz dikî, tu dibêjî nabe tu ji sêvê ra bibêjî tirp. 

Ji ber ku cahil e, dibêje ez ne mecbûr im ji sêvê ra bibêjim sêv, ez dibêjim tirp, kê çawa gotibe ne xema min e, ez wiha xweş dibînim.

Ji ber ku cahil e cesûr e, ji xwe pir bawer e. Tu çi bikî jî tu nikanî merivê cahil bi ilmî îqna bikî. 

XXX
Du sê roj berê balafirên Îsraîl li Sûriy çend bingehên Feyleq El Qudisa Îranê bombebaran kirin. Li ser bûyerê serokwezîrê Îsraîl Netanyahu di twîtteke xwe da gotiye:

”Yê were kuştina te, tu berê wî bikuje.”

Dijminên me tim wiha kirine, tim wan berê em kuştine, nehîştine nenûkên me dirêj bibin.

Em zanin yên li dû kuştina me ne kî ne, lê em nikanin berî ew me bikujin, wan bikujin. 

Problem ev e. 

Heta rewş ev be, heta em nikanibin dijminên dixwazin me bikujin, bêtesîr bikin, xelkê tim me bikuje, yê kuştî ewê time m bin…

XXX
Tirkan jiyan li miletê kurd kirine dojeh, miletê ji canl xwe bêzar e. Tenê ji sedî 3ê kurdan xwe dilşa dibînin, ji sedî 97ê mayî xwe di îşkencê da his dike.

Kurdekî Diyarbekrî gotiye ”weleh însanê di zikê Tirkiyê da be wek di îşkencê da be. Ez poşman bûme hatime dinyayê.”

Eşref Tekîner jî gotiye ”heger li Tirkiyeyê partiya îsyanê were avakirin ezê bibim kesê pêşî dengê xwe bidim wê partiyê.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE