26 augusti 2019

Bizin çû



Keçik li bin darê rûniştibû risim çê dikir. Bavê wê bala xwe da kaxeta di dest da vik û vala ye. Jê pirsî:
-Tu rismê çi çê dikî keça min?
-Ez rismê bizineke li mêrgê diçêre çê dikim.
-Ka gîha li ku ye?

-Bizinê giş xwar.
-Ê ka bizin li ku ye?
-Ji ber gîha nema ew jî çû…


Tahma tirî
Xoce Nesredîn(Melê Meşûr)ji rezê xwe tiriyê xwe top kiribû, li kerê xwe kiribû û diçû mal. Bi rêda çend zarok derket pêşiyê, ji tirî xwestin. Xoce bala xwe dayê zarok pir in, heger her zaokekî gûşiyekî bidê ewê tiştek jê ra nemîne, ewê selika wî vala bibe. Rabû her zarokekî hebek tirî dayê. Zarok pê razî nebûn, gotin hebek hindik e, em her yek gûşiyekî dixwazin.
Xoce got:
-Gelî zarokan, ha hebek, ha gûşiyek, ferq nake, tahm eynî ye, ne hece ye hûn zêde bixwin

Jimartin
Ferza biçûk bala xwe dayê beqal hêkên biçûk diniqîne û didê, jê ra got:
-Apo, çima tu hêkên biçûk ji nav diniqînî û didî min?
Beqêl got:
-Ji bo ku ji te ra giran nebe, siviktir be ji bo wê.
Ferzê dengê xwe nekir, lê pere kêm dayê û hêkên xwe girt û meşiya.
Beqêl pere jimart, bala xwe dayê pere kêm e, li dû ban kirê, got:
-Keça min, te pere kêm daye…
Ferzê lê vegeriya û bi rûkenî got:
-Jimartina perê hindik rehettir e apo, ewê zêde wexta ne negire…

Hecî
Yekî kor, qop, kût û lalûte çû Hecê . Wî jî wek hemû heciyan heca xwe dikir, çû gihişt Mîna yê, ciyê şeytên kevir dikin. Du kevir avêtin. Şeytan rabû ser xwe û bi hêrs jê pirsî :
-Ma kê tu kor kiriye ?
Got : Xwedê.
-Ma kê tu qop kiriye ?
Got : Xwedê .
-Ma kê tu kût kiriye?
Got: Xwedê.
-Ma kê tu lalikî kiriye ?
Got : Xwedê.
Şeytên bi hêrs got:
- Ê hey lawê togê, Xwedê tu kiriye sosiret û bera dinyayê daye û tu hîn jî jê ra nimêjî dikî û tê keviran davêjî ji min da!

Qarne
Ferzend li qarneya lawê xwe nêrî û hinekî mit û mat ma. Li alî çepê yê qarneyê dinivîsî:
-Tirkî zeîf. Matamatîk zeîf. Tarîx zeîf. Coxrafya zeîf. Fen zeîf. Muzîk zeîf.
Û li milê rastê yê qarneyê jî dinivîsî:
-Têkiliya bi hevalan ra pir baş. Çûn hatin, rabûn û rûniştin pir baş. Paqijî pir baş. Paqijiya diranan pir baş…
Ban xanima xwe kir, got:
-Xanim hela were bala xwe bide vê ecêba mamosteyê lawê me, mêrik tiştek fêrî lîwik nekiriye. Tiştê min fêr kirine hemû pir baş in û tiştên wî fêr kirine hemû zeîf in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE