02 juli 2019

Şaredarê HDPê yê herî xerab ji şaredarê AKPê yê herî baş sed qatî çêtir e.


Di siyasetê da dibê meriv tu carî hisî hereket neke, hisî li bûyeran nenêre.

Bi ya min şaredarê(serokê belediyê) HDPê yê herî zeîf, herî xerab ji şaredarê AKPê yê herî baş sed qatî çêtir e. Tarîxa me ya nêz şahidê vê rastiyê ye.


Şeredarê AKPê çiqasî baş be jî, çiqasî ”kurd” be jî nîhayet şaredarê partiyeke dijmin û hevalê hêzeke dagirker e, nûnerê dijmin yê li Kurdistanê ye. Nêta wî/wê çiqasî pak be jî lê di piraktîkê da hevalê dijmin yê hundurê kelê ye, nêta herî baş û pak jî vê rastiyê naguhere.

Bi hevaltî û nûnertiya dijmin welatparêzî û kurdperwerî nabe, meriv nikane him hevalê dewletê û hêza dagirker û antî-kurd be û him jî bibêje ez viya ji bo kurd û Kurdistanê dikim.

Yê kurd û welatparêz be, doza kurdperweriyê bike nabe nûnerê partiyên tirk û hevalên hêzên dagirker. 

HDP ne partiyeke kurd û Kurdistanê be jî, şarederên wê ne kurdperwerên baş û ne kesên li gorî dilê me bin jî ew ne dijmin in; ne HDP partiya hêzeke dagirker e û ne jî endam û şarederên wê neyarên me ne. 

Kil û kêmasiyên şaredarên HDPê çiqasî pir bin jî ew xêrxwazên kurdan in û mitefikên me yên tevgera netewî ne.

Ev nayê wê maneyê emê her tim bê qeyd û şert piştgriya wan bikin. Na, bi vê numûnê min xwest ferqa nabêna şaredarên AKPê û HDPê nîşan bidim.

Yanî nêt û kurdbûn têrê nake, ya muhîm meriv hevalê kê ye û li ser navê kê siyasetê dike…

Lema jî bi baweriya min şaredarê HDPê yê herî zeîf û xerab jî ji şaredarê AKPê, CHPê, MHPê, IYI Partiyê û Seadetê yê herî baş sed qatî baştir e.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE