24 juli 2019

Mahsûla me ya îsal



Min mahsûla xwe ya îsal do top kir û kir reçel(rîçal) û avît binê kulînê...

Do min ji bîr kir binivîsim û xwendevan û şopînerên xwe ji vê xebata xwe agahdar bikim. 

Pêr gava em ji Kopenhagenê vegeriyan min bala xwe dayê giryazên(gêlazên)me baş sor bûne. Giryazên me pir tirş in, ji xwarinê bêtir ji bo reçelê xweş in. Lema em her sal dikin reçel û pê kêf dikin.

 
Ji ber destê xanimê birîn e, ketiye ber, nikane tu karî bike.

Lema hemû kar ket hustiyê min. 

Min ji dara xwe li dora 6 kîloyan top kir û kir reçel, marmelad. 

Pênc şûşe û nîv jê çê bû. 

Hewqas reçel têra hemû malbatên PAKê yên Stockholmê dike. Ez ji nuha da ji wan ra dibêjim. 

Reçela min çêkiriye xalis muxlis organîk e, eynî derman e.

Meriv kane her sibe du kevçiyan li ber xurîniyê di dewsa hingiv da bixwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE