10 juli 2019

Ev e ferqa me, ereb, faris û tirkan




Kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistana Federe ya di bin serokatiya Mesrûr Barzanî da îro ji alî parlamentoyê ve hat pesendkirin û kabîneyê bi rengekî resmî dest bi karê xwe kir.

Ji hukûmeta nuh ra serketinê dixwazim. Hêvî dikim ji bo gelê me her tişt ji nuha baştir bibe û hukûmeta nuh gelê me bibe serxwebûnê.
Gelek spas ji PDKê, YNKê, Goranê û hemû hêzên di kabîneyê da cî girtine.

Di parlamentoya Kurdistana Federe da her wezîrî bi zimanê xwe û bi kitêba xwe sond xwariye. Kurdan ne zimanê kesî û ne jî kitêba kesî yasax kirin. Kê xwest bi kîjan zimanî û bi kîjan kitêbê sond bixwe, bi wî zimanî û bi wê kitêbê sond xwar. 


Kurd ji bo Rojhilatan Nêz û Navîn êdî model in, bêyî kurdan li Rojhilata Navîn di nava tu miletekî din da azadî û demokrasiyeke wiha tuneye.


Wezîrê Mesîhî bi zimanê xwe û bi Încîlê sond xwariye û wezîrê tirkmen Aydin Marûf jî bi tirkmenî û bi kurdî sond xwariye.

Wezîrê Mesîhî bi zimanê xwe û li ser Încilê sond xwar

Aydin Meirûf bi Kurdî û Tirkmenî sonda yasayî xwar


Li Parlamentoya Kurdistanê sondxwarina li ser Încîlê dilê kristiyanan geş kir

Ev e ferqa kurdan, ereban, farisan û tirkan.


Hemû cîhan vê ferqa me û wan dibîne. 

Her kes dibîne em miletekî medenî û merivên demokrat û xwedî tolerans in û ew jî(ereb, tirk, faris)civatên prîmîtîv û merivên irqçî û faşîst in.

Navê wezîrên nuh:

1- Mesrûr Mistefa Barzanî: Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
2- Qubad Talebanî: Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
3- Ferset Ehmed Ebdula: Wezîrê Dadê.
4- Şoreş Îsmaîl Ebdula: Wezîrê Karûbarê Pêşmerge.
5- Rêber Ehmed Xalid: Wezîrê Navxweyî.
6- Awat Cenab Nûrî Salih Mihemed: Wezîrê Darayî û Aborî.
7- Saman Husên Mihemed Berzencî: Wezîrê Tenduristî.
8- Alan Heme Seîd Salih Mihemed: Wezîrê Perwerde.
9- Dana Ebdulkerîm Heme Salih Ebdulrehman: Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê.
10- Sasan Osman Ewnî Hebîb: Wezîrê Şarewanî û Geştûguzariyê.
11- Aram Mihemed Qadir Emîn: Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî.
12- Dara Reşîd Mehmûd: Wezîrê Plandanan.
13- Kiwîstan Mihemed Ebdula Merûf: Wezîrê Karûbarên Civakî.
14- Mihemed Seîd Elî: Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan.
15- Ebdula Mehmûd Mihemed San Ehmed: Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan.
16- Bêgerd Dilşad Şukrela: Wezîrê Keştûkal û Jêderên Avê.
17- Kemal Muslim Seîd Qerenî: Wezîrê Barzirganî û Pîşesazî.
18- Ano Cewher Ebdilmesîh Ebdoka: Wezîrê Veguhastin û Gihandinê.
19- Piştîwan Sadiq Ebdula: Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî.
20- Kemal Mihemed Salih Xelîl: Wezîrê Elektirîkê.
21- Xalid Selam Seîd: Wezîrê Herêmê.
22- Aydin Marûf Selîm: Wezîrê Herêmê.
23- Vala Ferîd Îbrahîm: Wezîrê Herêmê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE