08 juli 2019

Erdogan Tirkiyê ji hev da dixe


Bêguman Erdogan bi îktîdara xwe zulmeke mezin li me kurdan dike, zirareke mezin dide tevgera kurd ya netewî. 

Ev rast e, înkar nabe

Lê li alî din ev jî heye, me kurdan bi milyaran dolar birijanda me nikanîbû bi qasî zirara Erdogan dideTirkiyê, zirar bida Tirkiyê û dewleta tirk. 

Erdogan, Tirkiyê hêdî hêdî ji hev da dixe, tarûmar dike.


Mecbûr e wiha bike. Çimkî zane roja îktîdarê ji dest xwe berde aqûbeta wî pir xerab e. Lema jî ji bo li ser hukim bimîne ewê her tiştî bike.

Erdogan bi siyaseta xwe, bi gotinên xwe, bi hevalbendiya xwe ya bi Daîşê û bi îslamîstan ra her roj dijminan ji Tirkiyê ra çê dike, Tirkiyê îzole dike. 

Bi vê yekê ew karê me rehet dike, dostan ji me ra çê dike. Zû dereng ewê serê Tirkiyê bixwe. Hebûna wî ji me ra baş e, bi qasî zirarê karê jî digihîne me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE