06 juni 2019

Mirin !


Li vê dinya derewîn ji bo her bebderuhî heqîqetek tenê heye, ew jî mirin e. Do heta danê nîvro dêya min hebû, îro tuneye.

Diyarbekir êdî ji bo min hêlîneke xerabûyî ye...

Ji îro û pê da dayikeka tiştan jê bipirsim, li gotin û duayên wê yên dirêj, yên min qet nebihîstibûn guhdarî bikim tuneye. 

Terka min kir û çû.

Hemû tiştên min û wê bi hev ra dît, jiya, hemû tiştên me ji hev ra gotin gişt ji bo min bûn xewnek û xemşîkok, lê xemşîko min do qediya.


Ji wê xewna min dît tiştên di bîra min da man tenê çend bîranîn û çend risim in, ezê bi wan xwe bixapînim, sebra xwe pê bînim, heta rojejê ew jî dibin xewn û diqedin…

Gelek spas ji bo hemû telefon û mesajên dost û hevalan yên serxweşiyê. Mala we hemûyan ava be…

2 kommentarer:

  1. Serê te û malbata te sax be Apê Zinar. Rehma Xwedê lê be û cihê wê bihuşta baqî be.

    SvaraRadera
  2. Gelek spas Înan. Tiştekî meriv bike tuneye, dawiya me hemûyan ev e.

    SvaraRadera

PARVE BIKE