17 juni 2019

Mahcirên bêkok dixwazin kurd jî wek wan xwe înkar bikin


Li Tirkiyê kesên bêesil, ilim jî mahcir û bêjîyên balkanî û kafkasî qet ji kurdan hez nakin, gava navê kurdan hil didin nabêjin kurd, dibêjin ”yên bi koka xwe kurd...”

Ew bêkok in, baş nayê zanîn ji ku ne û bêjîyên kê ne. Ji eslên xwe, ji kokên xwe fedî dikin, naxwazin kokên wan were zanîn.

Lema jî naxwazin eslên xwe, kokên xwe, derên jê koç kirine bibêjin.

Ji bo ku eslên xwe veşêrin û xwe bi tirkan şîrîn bikin, ji tirkan bêtir tirkçîtiyê û neyartiya kurdan  dikin.


Îcar gava kurd dibêjin em kurd in bi van mahcirên kafkasî û balkanî pir zor tê, dixwazin kurd jî weke wan esil û koka xwe veşêrin, înkar bikin. Ji kurdan ra dibêjin hûn jî wek me eslê xwe înkar bikin, nebêjin em kurd in.

Ji bo wê jî ji kurdan ra nabêjin kurd, dibêjin ”yên bi kok kurd…”

Yên navê kurdan rast hilnadin, naxwazin ji kurdan ra bibêjin kurd, wek min got mahcirên kafkasî û balkanî ne, navmalî, xizmetkar û pêsekiniyên tirkan in. Ji ber wê jî ji xwediyên xwe bêtir neyartiya kurdan dikin…

XXX
Tirkên dijminatiya kurdan nakin pir kêm in. Ez viya zanim.

Lê ev bêjîyên(pîncên)Derya Reş bi piranî çima hewqasî ji me nefret dikin, çima hewqasî neyarên me ne ez baş fêm nakim. Neyartiyeke ne însanî, heywanî ye...

Gava navê kurd dibihîzin har dibin, kef û kopik û girêz bi devên wan dikeve. 

Parlamenterê MHPê yê Orduyê Cemal Engînyurtê kes nizane bezê guhê wî ji ku ye di Beyaz Tvê da ji ber nefreta ji kurdan bi cuzbê ketiye û gotiye kurd neyarên me ne.
Xulam tim xwe di ber axê xwe da didin kuştin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE