14 juni 2019

Hûn çi şelafiyê bikin jî vala ye...


Li hemberî gotinên namzedên belediya Stenbolê û beyanên siyasetmedarên tirk yên li ser kurdan meriv matmayî dimîne.

Ji bo rayên kurdan bigrin her şelefiyê, her derewê dikin.

Bînalî Yildirim gotiye "kurd wefadar in !"
Kurd wefadar in lê ne bêmeju ne jî...


Kurd nuha bûne " kurdên hêja û giranbuha" !

Ji wan wetnê kurd bêhafize û totikvala ne, ew çi bibêjin kurd ewê bawer bikin...


Tirk bi rastî jî ne tu meriv in, erê bûne xwedî dewlet û em jî kirine bindest, lê bi piranî merivên pir bêqalîte ne, vala û bêrû ne, qet şerm nakin.

Heger hûn dixwazin tirkan nas bikin, di heqê wan da bibin xwedî fikir û qenaetekê, çend şevan li minaqeşeyên di telewîzyonan da temaşe bikin.

Ez bawer nakim li tu dera dinyayê hewqas siyasetmedar, akademîsyen, alim, ronakbîr, lêkolîner, nivîskar û merivên berradayî hebin.

XXX
Gulabî Eryaman kurdekî ji hêla Mêrdînê ye. Ji sala 2014a û vir da mudûrê nûçeyên TRTkurdîyê ye. 

Gulabî Eryaman astdûyeke kevn e û di heqê wî da gelek tiştên nebaş tên gotin. Ji xwe kurdekî baş bûya MITê nedihîşt ew bibe mudûrê nûçeyên TRTkurdîyê. 

Dewlet kurdê bi rastî kurd di dezgehên dewletê da nake xwedî meqam, dixe zindanê, birçî dihêle û bi çolan dixe. Carnan jî dide kuştin.

A vî necamêrî(Gulabî Eryaman) di twîtteke xwe da gotiye: 

”PYD/PKK genimên xelkê dişewitîne. Heta nuha 100 hezar donim erd şewitandine.”

Bêbextî û namerdiyeke ji viya mezintir nabe. Ew zane yên şewat derxistine çeteyên dewletê ne, lê dîsa jî vê xayiniyê bi gelê xwe ra dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE