19 juni 2019

Erdogan got heta Îmamoglu uzrê xwe nexwaze qezenc bike jî nikane were wî meqamî



Erdogan ji nuha da got Ekrem Îmamoglu qezenc bike jî heta ji waliyê Orduyê uzrê û ji miletê tirk xwe nexwaze nikane bibe serokê belediya Stenbolê.

Li gorî medyaya tirk dinivîse Ekrem Îmamoglu ji waliyê Orduyê ra ji bo ku nehîştiye ew here salona VIPê gotiye ”kûçik”!

Ekrem Îmamoglu vê îdîayê red dike, dibêje wî gotina ”kûçik” bi kar neaniye.


Lê belê Erdogan ji nuha da dibêje ”heta Ekrem Îmamoglu ji waliyê û Orduyê û ji gelê tirk uzrê xwe(lêborîna xwe)nexwaze nikane were wî meqamî. Yanî Îmamoglu qezenc bike jî Erdogan ewê wî neke serokê belediyê.

Bi baweriya min Erdogan ev gotin bedilhewa nekiriye, mêrik tiştê dibêje dike. 

Heger Bînalî Yildirim piştî hemû zorbatî, hîle û xurdeyan dîsa jî qezenc neke, Erdogan ewê bi vê hincetê û belkî hin qal û qîlên din mazbatê nede Îmamoglu.

Hêvî dikim netîceya hilbijartina wisa be û Erdogan jî serokatiya Îmamoglu betal bike.

Erdogan bi hebûna xwe Tirkiyê, dewleta tirk gav bi gav dihedimîne, ji ber hev da dixe, ji NATOyê, ji Yekîtiya Ewrûpayê  îzole dike, Tirkiyê hêdî hêdî berbî herbeke hundur dibe.

Ji bo me kurdan ev pir baş e. Hêvî dikim tu qeza û bela neyê serê Erdogan û çend salên din li ser hukim bimîne. 

Her rojek îktîdara Erdogan li kara me ye û li zirara tirka ye.

Erdogan kurmê darê ye û him jî kurmekî pir mezin û xedar e, heger nemire ewê darê bikiritîne, qaf bike û bixîne.

Seddam Husên çi anî serê Îraqê, Beşar Esed çi anî serê Sûriyê, Erdogan jî ewê eynî tiştî bîne serê Tirkiyê. 

Ez her tim dibêjim, xwedê kir dijminên me yên wek Seddam, Esed û Erdogan çê bûn.

Heger ne ew bûna me nikanîbû tu maf bi dest xista. Bi vê xêra van zorba û dîktatoran ev dewlet ji ber hev da ketin û ewê hîn jî bikevin. 

Lema jî dibê kurd dua bikin tiştek bi Erdogan neyê, çend salên din li ser hukim bimîne û vê dewleta irqçî, façîst û antî-kurd baş tar û mar bike.

Berê min nedixwest Ekrem Îmamoglu qezenc bike, min kara kurdan di qezenckirina Îmamoglu da nedidît. 

Lê nuha, piştî vê beyana Erdogan, dibêjim hêvî dikim Îmamoglu qezenc bike û Erdogan jî bi rastî wî neke serok. 

Hêvî dikim Erdogan guh nede gefên Amerîkayê û NATOyê û dev ji kirîna fuzeyên S-400î bernede.
Lê ew S-400an nekirin jî wan heb xawriya û bikirin jî wan heb xwariye. 

Carê ketine feqê. Peymana S-400î betal bikin, Rûsya ewê Tirkiyê li Sûriyê perîşan bike.
 
Dev jê bernedin, îcar Amerîka ewê eynî tiştî bike, belkî ji NATOyê jî derxin.

Yanî ji ber neyartiya kurdan û bi xêra siyaseta Erdogan, Tirkiye ketiye feqa guran, ne mimkûn e Tirkiye bi silametî, bêyî birînên giran ji vê feqê xelas bibe…

Xwedê Erdogan ji qeza û bela bisitirîne û çend salên din jî temenê wî dirêj bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE