22 juni 2019

Dibê em neyên lîstika dijmin


Îdîa rast be jî, derew be jî dibê kurdên Stenbolê guh nedin gotinên Evdila Ocalan. 

Ne ji bo vê carê tenê, tu carî dibê guh nedin gotinên wî. Çimkî ew tiştekî ji bo xêra kurdan nake û nabêje.

Ew êsîrekî di destê Tirkiyê da ye, merivekî girtiyê di destê dijmin da dibê nebe rêberê tevgerekê û miletekî. Partiyek siyassî, miletek dibê li gorî gotinên êsîrekî di destê dijmin da ye hereket neke, li devê wî nenêre.


Di nabêna Ekrem Îmamoglu û Bînalî Yildirim da ji bo kurdan û Kurdistanê tu ferq tuneye. Kîjan bibe reîs ji bo me ferq nake, dibe reîsê belediya bajarê xwe.

Lê belê piştgiriya Bînalî Yildirim ne li kara kurda ye, li zirara wan e. 

Dibê kurd destegê nedin Bînalî Yildirim. Netîceya hilbijartina 23ê hezîranê çi be jî ewê bi hev kevin.

Yek ji topên giran yên AKPê û Erdogan, Burhan Kuzu gotiye, ”Bi gotineke kurt û birr, miletê me ewê Stenbolê teslîmî rêxistinên terorîst neke.”

Maneya vê gotina Burhan Kuzu, hukûmet ewê nehêle Ekrem Îmamoglu qezenc bike, bi zor û hîla be jî ewê Bînalî Yildirim bikin reîsê belediya Stenbolê. 

Texmîna min jî ew e, ewê bibêjin Bînalî Yildirim qezenc kir.

Heger wer nekin û serketina Ekrem Îmamoglu qebûl bikin ewê ji bo wan baştir be, tiştek bi Erdogan nayê.

Lê heger bi Bînalî yildirim bidin qezenckirin Tirkiye ewê baş tevlihev bibe, her kesê bibêje bi zor, bi hîleyan girtin û li der û li hundur îşê Erdogan ewê gelkî zahmettir bibe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE